Ji xwendekarên zanîngehê banga 'biherikin sînor'
12:04
JINHA
RIHA - Ji welatiyên li sînor nobeta berxwedana Kobanê digirin piştgiriyek jî ji xwendekarên zanîngehê hat. Xwendekarên ji zanîngehên cuda hatin bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku li hemberî Kobanê bêdeng nemînin û ber bi sînor ve biherikin kir. Berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 35 roj in berdewam dike berdewam dike û çalakiya nobetê ya li gundên Mehser û Miseynterê jî berdewam dike. Xwendekarên ji zanîngehên cuha hatin ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê tevlî nobetê bûn.
Xwendekarê Zanîngeha Colemêrgê Mazlum Mek ê ku ji Colemêrg hat û tevlî çalakiya nobetê ya li gundê Miseynterê bû çavdêriyên xwe wiha vegotin: "Dewleta tirk bi avayekî zelal piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê. Em li vir bi malbatên Kobanî re diaxivin û hemû kes dixwazin vegerin malên xwe. Em bi zarokeke biçûk re axivîn, got, 'Me bibin Kobanê' Kobanê niha rastî jî di zorê de ye." Mazlum, diyar kir ku divê tu kes li hemberî Kobanê bêdeng nemîne û wiha axivî: "Divê hemû kes bê vir rewşa Kobanê bibîne û ji bo azadiya Kobanê ya ji destê wî tê bike. Divê hemû kesên dibêjin ez mirov im bên vir û piştgiriyê bidin Kobanê." Mazlum bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku ber bi sînor ve biherikin. Mazlum bal kişand ser berxwedana bêhempan a YPJ/YPG'ê û da zanîn divê demildest korîdora alîkariyên mirovahî ji bo Kobanê bê vekirin.
Xwendekarê Zanîngeha Colemêrgê Mahsum Sezgîn jî sedema hatina gundê Mîseynterê wiha vegot: "Ji bo ez bêhna azadî û berxwedana li ser vê axê pêk tê hilkêşim, piştgiriyê bidim berxwedana Kobanê û şahidîniya berxwedana li Kobanê pêk tê bikim hatim vir." Mahsum, diyar kir ku berê geşedanên Kobanê li ser medyayê dişopandin lê niha şahidîniya berxwedana Kobanê dikin. Mahsum, anî ziman ku berxwedana YPG û YPJ'ê dê Kobanê azad bike û wiha axivî: "Kobanê teqez ne didin çeteyên DAIŞ'ê û ne jî alîgirên wê. Kobanê ne tenê rizgariya kurdan be dê bibe ya hemû gelan." Mahsum, di serî de gelê kurd û gelên Tirkiyeyê li hemberî Kobanê bêdeng nemînin.
'Ji bo şoreşa Rojava serbikeve em li vir in'
Xwendekarê Zanîngeha Dîlokê Hakîm Peker jî diyar kir ku armanca çeteyên DAIŞ'ê ya êrîşê li Kobanê dikin ji bo şoreşa Rojava tasfiye bikin e û wiha got: "Di serî de Tirkiye hemû cîhan dixwaze şoreşe Rojava bixenîqîne. Em ji bo xwedî li şoreşa Rojava û piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li vir in. Ji bo Şoreşa Rojava bigihije serkeftinê heya dawiyê em dê li vir bin." Peker bang li hemû kesî kir ku xwedî li Kobanê derbikevin.
Xwendekarê bi navê Mehmet Demîr jî diyar kir ku ji bo ruyê şer ê rast bibînin hatin sînorê Kobanê, tiştên li vir tên jiyîn û bêmbikin hatin.
(zt)

