Bavê bi kurê xwe re tevlîbûyî: Em bibin leşkerê gelê xwe

12:12

JINHA


KOBANÊ - Li hemberî dagirkirina Kobanê ya çeteyên DAIŞ'ê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê herikîna ber bi berxwedanê ve berdewam dike. Zafer Askir ê ku kurê wî tevlî YPG'ê bû piştî bi rojan li sînorê Pirsûsê sekînî diyar kir ku êdî sekînîn fêde nade û tevlî berxwedana Kobanê bû. Zafer, anî ziman ku di dîrokê de gelê kurd her tim bû leşkerê kesên din û wiha bang li gelê kurd kir: "Werin vê carê bibin leşkerê gelê xwe."

Welatiyê bi navê Zafer Askir ê ku kurê wî tevlî YPG'ê bû û ji Wanê hatî sînorê navçeya Pirsûsê ya Rihayê piştî bi rojan li sînor sekînî got êdî li sînor sekînin bêfêdeye û tevlî berxwedana Kobanê bû. Zafer, da zanîn ku kurd di dîrokê de her tim bûne leşkerên gelên din û wiha bang li gelê kurd kir: "Werin vê carê em bibin leşkerê gelê xwe."

Êdî em nebin leşkerên kesên din

Zafer da zanîn ku li Stenbolê dirûnê, azadiya Kobanê azadiya gelê kurd e û wiha axivî: "Êdî li sînor sekînin bêfêdeye û ji ber wê yêkê ez hatim. Azadiya Kobanê azadiya Kurdistanê ye. Azadiya Kobanê azadiya gelê kurd e. Divê gelê kurd êdî rabe serpiyan. Ji ber ku yekemîn care gelê kurd ji bo xwe tiştekî dike. Dibe leşkerê xwe. Di dîroka me de em her tim bûne leşkerên hinek kesên din. Yên me jê re leşkerî kir jî ji dijmênên me kambaxtir bûn. Dibêja ya roj roja namûsê ye. A ev roj ew e. Ji vê rojê wêdetir roj tunene."

'Werin em bibin leşkerê gelê xwe'

Zafer, bilêv kir ku gelê kurd demekê ji hêzên niha dijminahiya wî dikin re leşkerî kirin û wiha pê de çû: "Demekê kurdan ji bo tirkan li hembeîr rojan şer kir bila niha jî ji bo xwe şer bikin. Demekê şandin Kibrîsê gotin şehîd bûn. Lê ew şehîd nebûn. Ji ber ku ew der axa me nebû. Lê ev der axa me ye. Em ji bo axa xwe şehîd dikevin. Axa kesekî din dagir bikin şehîd nakevin." Askir, bilêv kir ku kurê wî di nava YPG'ê de ye û ew jî di asayîşê de peywirê digire. Askir wiha bang li gelê kurd kir: "Banga min ji bo gelê kurd ew e ku bên yekemîn caran di dîrokê de ji bo gelê xwe leşkeriyê bikin e."

(zt)