Mazlum Dogan jinûve ji xweliya xwe diafire!
12:35
JINHA
RIHA – Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşa li dijî gundê Kûneftar a Kobanê de hemû kesên malbata Evdo dîl girtin. Jin û zarok piştî 5 mehan hatin berdan, bavê zarokan hê jî di destê DAIŞ’ê de ye. Cihan Beko ya ku di bin esaretê de zaroka xwe anî dinê navê Mazlum Dogan ê li Girtîgeha Amedê li dijî hovîtiyan çalakiya berxwedanê li dar xist û jiyana xwe ji dest dabû li zarokê xwe kir. Malbata Evdo ya ku li Pirsûsê li dikanekî dimîne ji bo tiştek neyê serê yên tên dîlgirtin der barê DAIŞ’ê de gotineke jî nakin.
Çeteyên DAIŞ’ê yên bi rêbazên xwe yên nemirovî ve dê wekî lekeyeke reş derbasî dîroka cihanê bibe beriya 5 mehan êrîşî gundê Kûneftar a Kobanê kir û hemû kesên malbata Evdo dîl girtin. Zarok û jinên malbata Evdo yên li girtîgeha bajarokeke Sûriyeyê hatin girtin piştî demeke tên berdan. Cihan Beko (20) ya li girtîgehê zarokê xwe anî dinê navê Mazlu Dogan ê ji pêşengên PKK’ê ye û di 21’ê Adara 1982’yan de li Girtîgeha Amedê li dijî hovîtiyan agir berda bedena xweli zarokê xwe kir. Mazlum Dogan ê nû bi bavê xwe re di heman girîtgehê de dimîne ne ew bavê xwe Mistefa Evdo dibîne, ne jî bavê wî Mazlum Dogan dibîne. Zilamên malbata Evdo hê jî di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Der barê wan de tu agahî nîn e, dijîn yan jî najîn nayê zanîn. Malbata Evdo ya ji 30 kesan pêk tê û jin û zarok in niha li Pirsûsê di dikaneke de dimînin. Malbata Evdo ya ku hena niha ji kesekî daxwazek nekiriye li dikanê têkoşîna jiyanê didin. Ne zarok ne jî jin 5 mehên ku di destên DAIŞ’ê de derbas kirin qet venabêjin. Dibe ku tiştek bê serê hevserên wan qet devê xwe venakin.
Qet naxivin
Zozan Evdo ya ku hevserê wê Abdulkadîr Evdo hê jî di destê DAIŞ’ê de ye diyar kir ku keç û kurekî wê di refên YPG’ê de ne. Zazon Evdo tiştên ku jiyana wiha anî ziman: “DAIŞ’ê beriya 5 mehan bi ser gundê me de girt. Jin, zarok, kal û pîr hemû birin bajarokeke Sûriyeyê li wen em bi mehan dîl man. Piştre em hatin berdan lê 5 zilam li cem xwe hiştin. Hevserê min niha di destê DAIŞ’ê de ye. Ji ber vê yekê em newêrin biaxivin, ditirsin. Bila zirar neyê hevser û zarokên me yên bêguneh.”
Emîne Evdo (17) ji anî ziman ku birayê wê di destê ADIŞ’ê de ye û ew jî wekî Zozana Evdo naxwaze tiştên ku jiyana vebêje. Tenê bi gotina “ji ber ku birayê min û bav êmin hê jî dîl in, ez dixwazim bên berdan” nêrîna xwe tîne ziman.
Nizanin ka dijî an ji najî
Hacer Simail dayika 10 zarokan e jî destnîşan kir ku hevserê wê Elî Evdo di destên çeteyan de ye û keçeke wê jî di refên YPJ’ê de ye. Hacer da zanîn ku piştî 5 mehan di destê DAIŞ’ê de dil hatine girtin bi 10 zarokên xwe re ewil hatine gund lê piştî ku DAIŞ’ê careke din êrîşî gundê wan kiriye ew jî hatine Pirsûsê lê nizanin ku hevserê wê dijî yan jî najî.
Fatma Daş jî bilêv kir ku hevserê wê yê ji destê DAIŞ’ê xilas bûye di refên YPG’ê de ye û hemû kesên ciwan, zewicî yan jî nezewicîne yên neketine debtên DAIŞ’ê bi hevre tevli refên YPG û YPJ’ê bûne. Fatma gotina xwe “hovîtiya li Kobanê hate jiyîn dê bigihîje heta 7 nifşan.”
(zt)

