Şervana YPJ’ê Diyale Viyan jiyana xwe ji dest da

13:35

JINHA


RIHA - Şervana YPJ'ê Diyale Viyan ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin bê navber didome. Di şerê şeva 6'ê cotmehê de şervana YPJ'ê Diyale Viyan a ku birîndar bû ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê hat kirin. Ji ber ku rewşa wê giran bû ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Dîyale îro li gelk hemû hewldanên rizgarkirinê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Diyale ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. Ji ber ku malbata wê nehatiye cenaze li morgê tê girtin.

(zt)