‘Li Tirkiyê 500 jinên kurd girtî ne’
14:45
Hazal PEKER – Hangül ÖZBEY - JINHA
HEWLÊR – Delegeya Bakur û Parlementer Gultan Kişanak ku di Konferansa Jinê de axivî, got ku “Li Tirkiyê, Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk bi taybetî wek hedef hat girtin. Niha di girtîgehan de ji 500’î zêdetir jinên girtî hene.”
Delegeya Bakur û Parlementer Gultan Kişanak, di panela mijara wê nêrîna jinan a der barê pirsgirêka netewî de axivî. Gultan diyar kir ku bawer dike ku ev konferans dê tevkarî bide yekîtiya netewî ya gelê kurd û têkoşîna azadiya jinan. Gultan ji bo kesên ked dane konferansê spasiyên xwe pêşkêş kir û diyar kir ku dê di axaftina xwe de li ser ‘pêşveçûnên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê’ bisekine. Gultan anî ziman ku tê xwestin gelê kurd bê tunekirin û wiha got: “Li Tirkiyê li hemberî gelê kurd 4 polîtîkayên bingehîn hatin meşandin. Tunekirin, tunehesibandin, bişawtin û sirgûn. Di makeqanûna 1924’an de nasname, zimanên cuda tune hatin hesibandin. Gelê kurd tune, zimanê kurd tune, çanda kurd tune, Kurdistan tune. Komara Tirkiyê, li ser ‘înkarê’ hat avakirin.”
Gultan destnîşan kir ku li Tirkiyê 500 jinên kurd girtî ne û axaftina xwe wiha domand:
“Di operasyonên di bin navê KCK’ê de hatin meşandin de sazî û avabûnên kurd bûn hedef. Siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, sendîkavan, jin, zarok, hatin girtin. Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk bi taybetî hedef girtin. Niha di girtîgehan de ji 500’î zêdetir jinên kurd hene. Rêberê Gelê Kurd Ocalan di bin tecrîdê de ye. Xwestin ku têkoşîna azadiya kurdan di şexsê ‘kesên pêşeng’ de teslîm bigirin. Niha heman polîtîka li Îmraliyê pêk tînin. Gelê kurd 3 milyon û nîv îmze kom kir û ji Birêz Ocalan re got ‘serokê min’ , lê ev 10 meh in ku di bin tecrîdê de ye. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, divê destpêkê dawî li operasyonên leşkerî bê anîn. Pevçûn û mirin divê rawestin. Zagona Cezaya Tirk divê bê rakirin. Girtiyên siyasî divê bên berdan. Divê tecrîd bidawî bibe. Divê ji bo Ocalan ‘mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê’ bên peydakirin. Dive diyalog û muzakere ango hevdîtin bên destpêkirin.”
Wene – Kamera: Hazal PEKER – Hangül ÖZBEY
(hp/ho)

