'Kincên kurdi yên netewî sembola azadiyê ne'

08:45

Berivan Sumer / JINHA


WAN – Bi salane kurd li herêmên ku dijîn rastî bişaftin û tundiyên mezin tên li gel wê jî çanda xwe ya kevnare diparêzin. Yek ji teybetiyên çanda kurdî jî kincên wan yên netewîne.


Kincên kurdî xwediyê dîrokek nêzî 1700 salane. Kurd hem van kincên xweyên netewî di rojên tayîbet de li xwe dikin û hem jî din ava jiyana rojane de li xwe dikin. Li gel polîtîkaya bişaftinê ya bi salan ser gelê kurd tê meşandin jî cardin kurdan bi îsrar kincên xwe yên netewî ku parçeyek ji kevneşopiya çanda wane parastine û berdewam kirine. Hîna kurd li her derê li hemberî çanda modernîteya kaputalîzmê li ber xwe didin û çanda xwe diparêzin.


‘Emê kevneşopiyên xwe derbazî nifşên nû bikin’


Di derbarê parastina kincên netewî de dengbêj Gazîn (Raziye Kilil) diyar kir ku çanad wan ji aliyê nifşê nû ve baş nayê zanîn û got: “Zarok û ciwanên me di derbarê kincên me yên netewî de ne xwedî agahîne. Berê gelê kurd çî li xwe kirine çawan jiyan kirine vana nizanin. Ji ber wê jî armanca me çanda xwe ya kevnare derbazî nifşê nû kirine. Di dem amin de me kincên reş li xwe dikir. Rengên dinê jî hebûn lê ji ber giraniyê herkesê nedikarî li xwe bikin.”


‘Ji bo ku kinc neyên ji bîrkirin difikirim ku pêşangehekê vekim’


Gazîn anî ziman ku herî zêde jî çanda li xwe kirina kincên kurdî xwe lig undan daye jiyan kirin û wiha got: “Berê pîrk û bapîrên me kincên kurdî li xwe dikirin. Bi tayîbetî jî tacek hebû jinan dida serê xwe ji heft rengan bi dest dihat çêkirin. Lê niha dema ku em dinêrin ew hunera çêkirina tacên serê jinan nemaye. Ji ber wê jî divê em çanda xwe ya kevnare ya çêkirina kincên kurdî hînî ciwanên xwe bikin ji bo neyên ji bîrkirin. Ez difikirim ku ji bo berdewam kirina kincên kurdî pêşangehekê çêkim.”


‘Kincên kurdiyên netewî sembola azadiyê ne’


Şehmus Işik jî bilêv kir ku hemû gelên cîhanê xwediyê kincên netewiyên cudane û wiha domand: “Kincên me yên netewî din ava rêxistinê de jî tê li xwe kirin, ji bo gelê kurd bûne sermolek mezin û di dîrokê de jî heye. Bi tayîbetî jî bûne sembola tekoşînê. Kincên me yên netewî nasnameya mene.”


‘Emê tucarî dest ji çand kurdî ne berdin’


Atîlla Kumli jî anî ziman ku kincên kurdî bûne kevneşopî û di leşkeriyê de jî li xwe tên kirin û wiha dom kir: “Kincên kurdiyên netewi din ava tekoşîna gelê kurd de jî li xwe tê kirin. Bi tayîbetî divê em li xwe bikin û lê xwedî derkevin. Kurd jin û mêr ferq nake dê tucarî dest ji kincên xwe û çanda xwe bernedin.”


(zt)