Hunergeha Welat dê hunerê bi berxwedanê re bike yek
08:46
Şêrîn Hiso/ JINHA
AMED – karmendên Beşa Sînma ya Hunergeha Welat dest bi amade kirina belgefîlmên ser Şengalê kirin. Endamên Hunergeha Welat di derbarê xwebatên xwe yên huneri yên ser Şengalê de wiha gotin: “Me xwest komkujî û astengi yên li Şengalê hatin jiyan kirin bikişînin û bikin belgefilîm.”
Li Rojava bi sedpêkirina şoreşê re huner jî pêşdikeve. Yek ji navendên k udi nava şoreşa Rojava de xebatên hunerê pêşdixe jî Hunergeha Welat ya ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye. Hunergeha Welat gelek pirojeyên giring dane destpêkirin. Xebatkarên Beşa Sînemayê yên Hunergeha Welat ser bûyerên Şengalê belgefîlmên bi mijarên cûda amade dikin. Ji bo çanda dengbêjiyê û Berxwedana Kobanê jî berhemên hunerî dane destpêkirin. Şêro anî ziman ku Hunergeha Welat, ser navê Şehîd welat hatiye vekirin û wiha domand: “Heval Welat rêveberê Çand û Hunera wê herêmê bû. Di teqînek ya başûrê bajorkê Tirbesipiyê pêk hat de heval Welat şehîd ket. Avakirina hunergehê pirojeya wî û çend hevalên din bû. Ji ber wê jî me xwest em vê Hunergehê bi navê wî vekin. Divê em xwedî li kesên ku bûn sembola berxwedanê derkevin. Me xwest em hunera herêmê bidin pêş, da ku bighije asta pîroz a berxwedana gelê Rojava. Destpêkê em ser amade kirina ‘Çîrokên Şehîdan’ xebitin, ji ber ku gelek çîrokên balkêş hebûn. Destanên lehengî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve ser xaka Rojava hatin nivîsandin. Me jî xwest em li wan çîrokan û destanan xwedî derkevin û wan arşîv bikin.”
‘Belgefilîmên ser jiyana Şengalê’
Dema ku çeteyan êrîşî Şengalê kir Beşa Sînemayê ya Hunergeha Welat jî derbasî çiyayê Şengalê bûn. Derhuner Şêro Hindê diyar kir ku ew destpêkê bi armanca tesbîtkirina komkujiyên ku li Şengalê pêk hatin derbasî Şengalê bûn û wiha got: “Bi giştî em 8 rojan li Şengalê man. Hevalên ji devrî hunergehê jî bi me re bûn alîkar. Me xwest komkujî û astengiyên li şengalê pêk hatin tesbît bikin. Niha jî em belgefîlmek ji 3,4 perçeyan ser Şengalê amade dikin. ”
‘Dîmen dê xwe şirove bikin’
Endamek din yê Hunergeha Welat Xoşman Qado jî diyar kir ku ev ne cara yekem e di dîroka kurdan de komkujî pêk tên û wiha got: “Eve fermana 73’emîne bi serê kurdên Êzidî tê. Heger di vê fermanê de jî gelê kurd li kurdên Êzîdî xwedî derneketa dê qirkirinek gelek mezin bi ser wan de hatibana. Me li gorî derfetên xwe hewl da ku em bûyer û komkujiyên Şemgalê bişopînin. Kamîra me bû wek çavên her mirovekî dixwaze wan bûyeran bibîne. Di belgefîlma ku em ser Şemgalê amade dikin, dîmen dê xwe bixwe şirove bikin.”
‘Di belgefîlmên ser Şengalê de rola jinan’
Xoşman bal kişand ser mijarên sereke yên belgefîlmên Şengalê de derbas dibin û wiha pêde çû: “Di Karîdora ku ji gundê Cezaa destpêdike ta gundê Dugura, rojê bi hezaran gelê me yê Şengalê tê de derbasî Rojava dibûn. Ser vê karîdorê gelek dîmenên balkêş, bi êş û çîrok hebûn. Mijarek din ji mijarên belgefîlman ew pêşwazkirina gelê Rojava ji gelê Şengalê re bû. Di wê demê de pêdivya gelê Rojava ya mezin bi alîkariyê hebû û tevî vê yekê alîkariyek mezin bi gelê Şengalê re kir. Ev yek ji ber ku hestê şoreşê di dilê gelê Rojava de hîn germe û êşa şer kişandine. Mijara tevlîbûna kurdên êzîdî yên li çiyayê Şengalê bûn ji refên YPG’ê re, cihekî giring di belgefîlmê de girt. Me xwest di riya hin mijaran de em balê bikşînin ser yekîtiya kurdan û dûrî kiryarên siyasî. Rola jinê di van bûyeran de giring bû, bi taybet di vekirina karîdora navbra Şengal û Rojava de. Di belgefîlmê de me rola jinê ya giring jî derxistiye pêş.”
‘Dorpêçkirina Kobanê li ber karê me bû asteng’
Xoşman derbarê pirojeyên Hunergeha Welat yên ji bo Kobanê anî ziman ku ew dorpêçkirina Kobanê bûye asteng ber çûna wan ya Kobanê ji ber vê yekê, ew nikarin belgefîlman li wir amade bikin û wiha got: “Em nikarin bighêjin Kobanê û karê çêkirina belgefîlman li we bikin. Dorpêçkirina Kobanê ji me re astenge. Hevalên me yên li Kobanê ne jî nikarin karekî bi vî rengî bikin. Emê hewil bidin em ji dev de wekî Piromo çêkin. Pirojeyên girêdayî Kobanê yên niha di destê me de tenê stranin.”
‘Emê Hunerê bi berxwedanê re bikin yek’
Xoşman di dawiya axaftina xwe de bibîrxist ku têkoşîna Rojava di astek bilind de ye û wiha axivî: “Berxwedana çekdarî giheştiya astek bilind, armanca hebûna Hunergeha Welat jî ew e ku asta hunerê bi berxwedanê re bilind bike. Neçarî hiştiye ku em berxwedana çekdarî bikin. Em hewil didin ku em hunera xwe jî bighînin asta berxwedanê.”
(şh/zt)

