'Derya di temên xwe yê biçuk de destanek mezin nivîsî'

09:30

JINHA


SÊRT – Dayîka Endama HPG’ê Gurbet Arginken (Derya Garzan) ya k udi sala 2013’an de li başurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dayî Kadriye Arginken di derbarê keça xwe de wiha dibêje: “Keça min di rêya ku jê hez dikir de şehîd ket. Derya di temenê xwe yê biçuk de destanek mezin nivîsî. Her demê serê min bi keça min Derya bilinde. Keça min ne tenê şehîdê min, ew şehîda hemû gelê kurde.”  


Gurbet Arginken (Derya Garzan) di sala 1996’an de li Sêrtê din ava malbatek Koçer de çavên xwe li jiyanê vekir. W eli gel malbata xwe diçun navçeya Tatwanê ya Bidlîsê koçeriyê û li wê berşdarî nava refên PKK’ê bû. Gurbet di sala 2013’an de li başurê Kurdistanê jiyana xwe ji destdaye, lê xebara wendakirina wê di hefteya derbasbûyî de gihiştiye dayîka wê. Dema ku malbatê xebara wendakirina wê bihîstin konê sersaxiyê danîn. Dayîka Gurbet Kadriye Arginken diyar kir ku keça wê di rêyek ya rometê de jiyana xwe ji dest daye ji ber wê jî ew bi keça xwe serbilin û şanaze.


‘Xeyalên keça min bûn rastî’


Kadiriye anî ziman ku heya dawiyê dê rêya keça xwe berdewam bike û wiha domand: “Keça min di rêya hez dikir de şehîd ket. Deriya di temenê biçuk de destanek mezin nivîsî. Her demê serê min bi keça min bilinde. Keça min ne tenê şehîda min, ew şehîda hemû gelê kurde. Bila serê hemû gelê kurd saxbe. Îro kurd li Kobanê berxwedanek dîrokî didin meşandin. Hemû gerillayên li her aliyê welat di şer de berxwedanê dikin weledên minin. Ez îro ne xemgînim, berevajî bi tekoşîna ku keça min dayî ez serbilind û şanazim. Bi hezaran zarokên min niha li serê çiyayan şer dikin. Xeyalên keça min bûn rastî. Bila serê gelê kurd saxbe. Ez êşek cuda jiyan nakim, ji xwe êşa hemû dayîkan yeke.”


(zt)