'Weke dayîkek weleda xwe wendakirî aştiyê dixwazim'

10:59

Nurcan Yalçın / JINHA


RIHA- Aynur Kurdin ya 28 salî li Wêranşarê ji ber zêdebûna bombeyên gazê qeyîrana mejî derbas kir û di 16’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Aynur Gulê Kudin wiha dibêje: ““Em aştiyê dixwazin dewlet me qetil dike. Dewletê keça min qetilkir. Ez çiqasî êşa xwe bînim ziman kême. Lê cardin jî ji bo aştiyê çî ji destê min bê ezê bikim, em şer naxwazin.”


Çalakiya berxwedanê ya ser sînor ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê hatî despêkirin berdewam dike. Her dem çalakvan dibin hedefa êrîşên leşker û polîsan yên bi bombeyên gazê û gelek caran ewqas zêde êrîş dijwar dibin debe sedema welatî jiyana xwe ji dest didin. Di 9’ê cotmehê de cardin wiha êrîşekî dijwar ser çalakvanan çêbû, di encamê de Aynur Kudin ya 28 salî ji ber bombeyên gazê ket û qeyrana mejî derbaskir. Li gel hemû mudaxeleyan jî Aynur 7 rojan li ber xwe da û di 16’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Di çalakiyên protestokirina êrîşên ser Kobanê de tenê jin Aynur 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Me çîroka Aynur ji diya wê Gulê guhdarî kir. Gulê diyar kir ku keça wê Aynur di sala 1985’an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatiye dinê. Gulê da zanîn ku keça wê heya lîse jî qedandiye li Wêranşarê xwendiye, zanîngeh jî du sal li Girê Sor û du sal jî li Dêrsimê Beşa Banka Sîgortacilik  xwendiye. Gulê destnîşan kir ku keça wê Aynur mewzun bûye û dê di hefteyên pêş de ketibana ezmûnên KPSS’ê.


‘Aynur ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin’    


Gulê anî ziman ku ew ji eşîreta Çemkanin û wiha got: “Hewiya min heye 10 zarokên wê hene û 8 zarokên min jî hene. Aynur zaroka min ya mezine. Keça min despêkê li Girê Sor dixwend, paşê jî li Dêrsimê Beşa Banka û Sîgorteyan xwend. Keça min amadekariyên ezmûnên KPSS yê dikir. Dixwest bikeve ezmûnan û di liyê aboriyê de azad bijî. Lê hîna encamên ezmûnên keça min diyar nebûyî keça min ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.”


‘Aynur girêdayî tekoşîna netewiya gelê kurdbû’


Gulê bilêv kir ku keça wê Aynur din ava malbatek şêniya wê 21 de li gel pirsgirêkên jiyanî jiyan dikir, lê li gel wan hemû zoriyan jî girêdana wê ya jiyanê gelek zêdebû û wiha domand: “Keça min gelek berxwedanvanbû. Li hemberî rêgezên eşîrtê jî tekoşîn dikir. Zagonên eşîretê ne di pejirand. Her dem ji bo jiyanek ya ku rêya wê di serê xwe de xêz kiribû tekoşîn dikir. Ji ber wê jî ew gelek girêdayî tekoşîna netewiya gelê kurd bû. Ew xwediyê taybetiyek ya tekoşîna gelê kurd ya netewî baş di xwend û lig ora wê hewil dida ji bo çareserkirina pirsgirkên derdor xebatan pêşbixe.”


‘Mirovên bê guneh hedef hatin girtin’


Gulê derbirî ku dema mudaxeleyî çalakvanên ji bo piştevaniya berxwedan Kobanê li sînorbûn hatî kirin keça wê derket balkona malê û ji wê de lênêrî û wiha berdewam kir: “Dema ku Aynur ser balkonê li çalakiyê dinêrî dît ku birayê wê dem ali ber derîbûye polîsan ew girt binçavan. Aynur hema kete nava telaşê û li kolanê dinêrî. Di wê navberê de polîsê kul i Aynur dinêrî bombeya gazê avête wê. Êrîşên polîsan yên bi bombeyên gazê gelek zêdebûn. Ji ber gaza zêde û telaşê keça min tiravma derbaskir û ket erdê. Dema ku em ew bire nexweşxanê bijîşkan gotin qeyîrana mejî derbaskiriye. Piştî 7 rojan tekoşîna jiyanê di 16’ê cotmehê de keça min jiyan xwe ji destda. Carekedinê jî mirovên bê guneh hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Keça min jî yek ji wanbû.”


‘Ezê hesabê keça xwe bipirsim’


Gulê diyar kir ku ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê wê roj ser sînor bi hezaran welatî ketibûn serhildanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min jî bû qurbanê polîtîkaya dewletê ya qirêj. Ez hêvîdarim ku keça min bibe ya dawiyê hatî qetilkirin. Ma qeyî êşên hatî jiyan kirin ne besin, bila êdî cigerê dayîkan ne şewite. Berpirsê qirkirinên li Koban û herêmê tên jiyîn hemû dewlete. Ev palîtîkayek ya qirkirinêye. Qetilkirina mirovek di mala xwe de bi tu awayî tevlî çalakiyan nebûne û bê parastin çiqas raste? Bila xuda mafê keça min ji wan re nehêle. Ezê ji kesên ku bê suc û sebeb keça min qetilkirin hesab bipirsim.”


‘Kurd aştiyê dixwazin dewlet qetilkirina wan berdewam dike’


Gulê anî ziman ku bêyî tu bahaneyan nîşan bidin qetilkirina mirovên bê suc û sebeb xemgîniyek mezine û wiha pêde çu: “Polîs ser gelê bê parastin de gule dibarîne. Şer kirin gelek zore. Tenê yên van jiyan dikin têdigihin. Em naxwazin weke kurd din ava Rojhilata Navîn de her dem weke aliyê zorî û êşan dikêşin bên dîtin. Ji xwe me têra xwe êş kişandiye ma nebese? Carekedinê jî ez dibêjim ez hêvîdarim ev bibe êşa dawiyê. Keça min hat qitilkirin li gel êşa wê jî ez cardin aştiyê dixwazim. Em aştiyê dixwazin dewlte me qetildike. Lê ez hêvîdarim aştî çêbibe. Dilê me şewitî bila dilê tu dayîkên dinê ne şawite.”


 (zt)