Êşa şer dîsa li ser milên jinan e

11:13

JINHA


RIHA - Wekî her şerî di şerê Kobanê dejî êşa herî mezin jin dijîn. Jinên ku li ser sînor bi hêviya vegera Kobanê ve dijîn, hinek ji wan zarokên wan, hinek ji wan jî hevjînên wan li Kobanê di şer de ne. 

Jina bi navê Fatma Abdurahman ya 54 salî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê neçar ma ku ji cih warê xwe koçber bibin, li gundê Mîseyntera nobeta berxwedanê lê tê girtin hatibû bi cihkirin diyar kirin ku beriya şer derfetên wan ên jiyanê pir baş bû lê bi saya YPG/YPJ'ê xwe di nava ewlehiyê de hîs dikin. Fatma Abdurahman bilêv kir ku kurê wê Mihemed jî ji destpêka şer tevli refê YPG'ê bûye û wiha got: "Dema nû êrîş li hemberî Rojava dest pê kir kurê min tevli YPG'ê bû û li Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Niha li ku derê ye, dijî an najî nizanim." Fatma Abdurahman anî ziman ku hevjînê wê û 8 zarokên wê bi wê re ne û bi rengekî bi mehçûp got: "Hevjînê min ji destê xwe seqete, ji ber vê ew negirtin şer. Wî jî dixwest wekî kurê min biçe şer bike."

Li gel her tiştî dibêjin Kobanê

Fatma Abdurahman diyar kir ku ligel her tiştî wan nexwastine li Kobanê derkevin û wiha berdewam kir: "Dema ji me re gotin divê hûn ji vir derkevin me xwe li fabrîqeyekê de veşart. Lê guleya hawanê li fabrîqeye ket. Em ji vir derketin û rojekê sax me li hundirê firinekê de xwe veşart. Li wir jî teqînên dijwar çêdibûn. Piştî ku em derketin kolanan me dît ku kes nemaye û em jî beriya 25 rojan koçber bûn." 

Fatma Abdurahman diyar kir ku xeyalê wê rizgarbûna Kobanê û vegera wê derê ye û wiha pêde çû: "Bila nan û ava me tunebe lê dîsa jî ez dizwazim li Kobanê bijîm. Dixwazim biçim li ser axa Kobanê bimirim."

Êşa herî mezin jin dijîn

Jinek din a şahidê şer Arus Xelîl a 35 salî jî diyar kir ku ji bo çi bi tevê 6 zarok û hevjînê wê nexweşiya dil pêre heye ji Kobanê koçber bûne vegot û anî ziman ku dixwestin li Kobanê bimînin û şer bikin lê nikarîbû 6 zarokên xwe teslîmî tu kesî bikira. Arus bilêv kir ku di şer de jin û zilam cuda bandor dibin û wiha axivî: "Di şer de jin û zilam wek hev şer dikin lê jin dizanin ku çeteyên DAIŞ'ê çi tîne serê jinan û gorî wê hîn bi hêztir şer dikin. Şer rûyê xwe yê herî qirêj nîşanî jinan dide. Di şer de barê herî giran jin hildigirin." Fatma Abdurahman anî ziman ku dema ji şer direvin berpirsyartiya zarokan tim li ser milê jinan e û êşa herî mezin jin dikşîne. 

(zt)