Şehîdên li benda azadiya Kobanê ne!

11:38

JINHA


RIHA  - Kobaniyên ku ji bo azadiya Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ruh û bedena xwe dikin mertal û jiyana xwe ji dest didin ji ber li Kobanê şer heye li Pirsûsê tên definkirin. Cenazeyên bi darbestan ten definkirin piştî Kobanê azad bû dê bişînin axa jê dayik bûne. Bavê Ferman Şeyh Ahmet ê YPG’î baweriya xwe ya ji bo azadiya Kobanê bi gotinên “Kobanê de bi hêza şehîdan rab eli ser piyan” tîne ziman. 

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hêzên YPG û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî û bêhempa pêk tînin. Ev 36 roj in di pevçûnên ku bênav ber didomin de derbeyên mezin li çeteyan tên xistin û şervanên YPG û YPJ’ê yên di pevçûnan de jiyan xwe ji dest didin li herêmê û Rojava bi xwedîderketina welatiyan ve ji aliyê hezaran ve tên definkirin. Şervanên YPG û YPJ’ê Cemal Mahmud, Xalîd Hasan, Muhammed Can, Orhan Şeyh Mistefa, Ridvan Îzzeddîn, Redur Kobanê, Ferman Şeyh Ahmed û Hamîdiye Muhammed, Zozan Cumo, Sorgul Azîz Abdî, Fatma Şeyh Hesen, Mucahît Ahmed, Gundî Mînazî (Viyan Ahmed), Bêkara Mihemmed Mistefa, Mizgîn Ahmed, (Mizgîn Gulbahçe), Halîl Soran (Muhammed Selîme) û Agît Wan (Agît Bakur) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan hemû ji aliyê malbatên xwe ve bi darbestan hatin definkirin û dê piştî şer bi dawî bibe dê bibin Kobanê. 

‘Li ber desten gerîlayan wekî welatparêz mezin bû’


Li Kobanê piştî xetereya Kobanê sivîl hatin tehliyekirin û malbatên ku koçî Pirsûsê kirin cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê li Pirsûsê defin dikin. Ji ber ku piştî Kobanê azad bibe cenazeyan dê bibin Kobanê lewma bi darbestan tên definkirin. Şeyh Mişmiş Ahmed ê ku kurê xwe Ferman Şeyh Ahmed li Pirsûsê defin kir wiha got: “Kur êmin Ferman di 1991’an de ji dayik bû dê demê gerîlayekî bi navê Ferman hebû, em bi hevre dixebitîn. Ew ji Bakur bû, li Kobanê şehîd ket ji ber wê navê wî da kurê xwe. Ew jî wekî Ferman bû şervaneke qehreman. Li ber destên gerîlayan wekî welatparêzekî mezin bû.”

‘Em bi du kurên xwe ve li Kobanê şer kir’

Şêx Mişmiş da zanîn ku di dema têkoşîna azadiya kurd de bi gelek şervanên PKK’ê re hatine cem hev û 3 zarokên w îli wan gelek bibandor bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 2009’an de keça min Rûken tevli PKK’ê bû. Me navê xizmeke me ya şehîd li wî kiribû. Qoda wê bû Rûken Cemal. Pişter Ferman tevli YPG’ê bû. Piştî wî jî kur êmin ê biçûk Cemal tevli YPG’ê bû me navê şervanekî pir bi qehremanê li Rakkayê şehîd ket ji ber vê me xwest navê Kahraman Rakka li xwe bike.” Şêx mişmiş da zanîn ku ew j îli Rakkayê li dijî El Nusrayê di nava yekîneyên parastina gel de cih girtiye û ji ber ku di 13’ê adarê de birîndar bûye vegeriyaye Kobanê. Şêx Mişmiş diyar kir ku Ferman di 2011’an de li Kobanê tevli refên YPG’ê bûye û ji asayîşê berpirsyar bûye, dem ali Kobanê pevçûn qewimîne ev jî ketiye pevçûnan. Şêx Mişmiş Ahmet bilêv kir ku b işerê li Kobanê wan jin û zarok şandine Pirsûsê û bi du kurên xwe re li Kobanê li dijî çeteyan şer kirine. 

‘Wekî xatirê xwe bixwaze li hemû xizmên xwe geriya’

Şêx Mişmiş Ahmed destnîşan kir ku Ferman beriya ku birîndar bibû li hemû xizmên xwe geriyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji deng û eleqeya ka nîşanî malbatê dida de dihat xuyakirin ku wekî ev axaftina xetinxwestinê bû.” Şêx Mişmiş bilêv kir ku wan ji hevalê xwe yê bi navê Îsmet hîn bûye ku Ferman di 7’ê cotmehê de birîndar bûye û wiha berdewam kir: “Telefonî min kir , deme j imin re gotin were min fêm kir kut iştekî ne baş pêk hatiye Bi israr min pirsî û goti min birîndar bûye û dibe ku şehîd bikeve. Dema birîndar bû em çûn lê dewleta tirk destûr neda em ji sînor derbas bibin. Em mijul kirin dema kur êmin anîn Rihayê em hîn bûn ku jiyana xwe ji dest daye. Ez jî bi cenazeyê Gulan Batman a YPJ’ê ji sînor dihat derbaskirin derbas bûm û hatem cem kurê xwe.”

Her roj li Kobanê digerê

Şêx Mişmiş Ahmet diyar kir ku ew niha her roj li şûna kurê xwe şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê şer dike digere û dixwaze hesreta xwe derbas bike. Şêx Mişmiş di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Nihê tekane hêviya me ew e ku şervanên birûmet Kobanê rizgar bikin û careke din em vegerin li ser axa xwe ya pîroz. Çar parçe Kurdistan yek, tu cudebûn nîn e. Pirsûs jî Kobanê jî mina hev in lê Dîsa jî em dixwazin axa ku jê dayik bûne û ji bo wê canê xwe feda dikin bijîn.” Şêx Mişmiş got ku tirsa Tirkiyeyê ew e kul i herêmê xwesiriya demokratîk bê înşakirin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê pêkûtiyên xwe zêde dike. Ji ber ku li Rojava jî xweseriya demokratîk hate înşakirin alîkariyê nade. Em di ferqa hemû tiştan de ne.”

‘Kobanê dê bi hêza şehîdan rab eli ser piyan’

Şêx Mişmiş Ahmet anî ziman ku hêzên YPG û YPJ’ê dîrokeke destanî dinivîsinin û wiha axivî: “Yên êrîşê Rojava dikin ên ne di riya rast de dimeşin in. Yên di riya rast de nameşin tenê demeke dikarin xwe bidin jiyandin lê tu caran dê bi ser nekevin.” Şêx Mişmiş da zanîn ku DAIŞ’ dê ji Kobanê bi windahiyên giran derkeve û Kobanê di demeke nêz de azad bibe ûdema Kobanê azad bibe dê cenazeyê Ferman bibe axa xwe û li wir defin bikin. Şêx Mişmiş Ahmet didawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Me Ferman bi darbestê ve defin kir. Em dizanin Kobanê Dê azad bibe û ji berê bihêztir be. Dema ew roj hat em ê nêzî azadiya hemû Kurdistanê bin. Dema Ferman şehîd ket min got yên bêol ên ol bi kar tînin bila kêfxweş nebin. Em dizanibû Kobanê dê bi hêza şehîdan rabe li ser piyan. Ferman hêz da me û berpirsyariye pir mezin xist li ser milê me. Niha em ji bo ku layiqî biranîna wî bibin em bêhtir têbikoşin.”

(zt)