Welatiyan li dijî dorpêça Etmanekê nerazîbûn nîşan dan
11:57
JINHA
RIHA - Gundê Etmanekê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nobeta berxwedanê dihat girtin lê piştre wekî “qada qedexe” hate îlankirin di bin dorpêça leşkeran de tê girtin. Welatiyên gund ên li hemberî dorpêçê nerazîbûn nîşan dan xwestin ev pêkanîna ku ji bo pêşîya berxwedana Kobanê bê girtin pêk tê bê bidawîkirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji bo dagirkirina Kobanê ji 3 eniyan didomin, gundê Etmanekê ku yek ji gundê nobeta berxwedanê tê girtin jî di bin dorpêça leşkeran de ye. Gundê ku nobeta berxwedanê dihat girtin wekî qade qedexe” hate îlankirin niha leşker bi cih bûne. Welatiyên gund ên ji ber dorpêçê aciz in jî xwestin ev ev dorpêç bê rakirin.
‘Bila ji gundê me durkevin’
Ciwanê bi navê Mahmut Demîr (20) diyar kir ku leşker ev du hefte ne wan aciz dikin. Mehmet da zanîn ku qadên wan ên jiyanê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û ji bo pêşiya berxwedana Kobanê bê girtin ev pêkanîn tê kirin. Mehmet destnîşan kir ku leşker bi şev ji bo ew li gund negerin hişyar dikin û nasnameyan dipirsin êdî li malên xwe nikarin rehet bijîn. Mehmet ê xwest ev pêkanîn bi dawî bibe wiha axivî: “Carnan tên ber malên me. Em ji tirsa wan nikarin ji malên xwe derkevin. Zarok û jin ditirs in. Li gel ku gelek caram me hişyar kir jî he jî wisa tevdigerin. Berê konên wan li nava gund bûn. Piştî hişyariyên me daxistin jêra gund.”
‘Ji bo alîkarî bi rehetî bigihîje Kobanê dikin’
Welatiyê bi navê Omer Ceylan jî anî ziman ku gundê wan hatiye dagirkirin û qadên wan ên jiyanê hatiye desteserkirin. Omer diyar kir ku ev tiştekî nayê qebûlkirin e û ji bo pêşiya çalakiya welatiyên nobetê digirin, bigirin ev pêkanînan dikin. Omer bilêv kir ji bo alîkarî bi rehetî bigihîje çeteyên DAIŞ’ê ev tişt pêk tê û ji saziyên têkîldar xwest ev dorpêç bê rakirin.
(zt)

