Ji Ayşe Efendî ji bo ciwanan bangewaziya ‘biçin eniyê’

13:16

JINHA


RIHA – Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî hate Pirsûsê û ji bo ciwanên Kobanê yên li mizgeft, dibistan û konan dimîne bangawaziya “biçin eniyan” kir. 

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Ayşe Efendî berxwedana Kobanê ya kete meha duyemîn nirxand. Ayşe Efendî ya got roj roja rûmet û şerefê ye diyar kir ku bi berxwedana Kobanê re yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê şînber bûye û wiha got: “Ev meheke zêdetir e berxwedana gelê kurd û YPG’ê didome. Berxwedana Kobanê çar parçeyên Kurdistanê gihand hev. Berxwedana Kobanê derfetên ku gelê kurd xwe nas bike derxist holê. Ji ber vê îro çar parçeyên Kurdistanê îro li Kobanê hêz û xwedîderketinê bi aweyeke şenber bibîne. Êdî derket holê ku pêwîstî bi artêşeke neteweyî heye. Bi taybetî divê ciwanên ke xwedî li têkoşîna xwe ya rûmetê redkevin. Îro divê hem li Deriyê Sînor a Semelka, Ceza û Kobanê pêwîstî bi taqwiyekirina çekên giran û leşkerî heye. Jixwe di encama bangaweziya seferberiyê ya Rêber Apo sînorên di navbera Rojava û Bakur ji aliyê gelv e hatin rakirin û nîşan dan ku Kurdistan nikare bê parçekirin.”

‘Bi sedan ciwan bi ruhê fedaî tevli refên YPG û YPJ’ê bûne’


Ayşe anî ziman ku divê ciwanên ku ji Rojava û Başûr derbasî bakûrê Kurdistanê bûn eli quncikên mizgeft, dibistan û konan nesekinin û wiha berdewam kir: “Bi sedan ciwan bi ruhê fedaî tevli refên YPG û YPJ’ê bûne û niha li hemberî dijminê mirovahiyê li eniyan bi qehremanî şer dikin. Lê tevlibûna berxwedana Kobanê ji başûrê Kurdistanê ne bes e divê ji bo ruhê yekîtiya neteweyî pêk bê ciwanên başûrî ji bo parastina axa Kurdistanê biherikin eniyan. Dîsa ji bo ciwanên ji Rojava û Başûr hatine bakurê Kurdistanê bangawaziya min ev e ku; bila li mizgeft, dibistan û konan çavên xwe nedin tasek çorbe ya ku didin wan yên ku derfetên wan hene û destên wan çek digire bila biherikin eniyan.” 

‘Divê ev korîdor bi çavdêriya dewletên navneteweyî pêk bê’


Ayşe Efendî diyar kir ku pêwîstiya Kobanê bi daxwazan nîne û êdî divê gavên şenber bên avêtin. Ayşe Efendî da zanîn ku wan gelek caran anîne ziman ku korîdora mirovî bê vekirin û ev tişt anî ziman: “Divê ev korîdor bi çavdêriya dewletên navneteweyî pêk bê. Heke ne wisa be gelê Kobanê bi qatlîamê re rû bi rû ye. Deriyê sînor jî girîdayî helwesta kêfî ya Tirkiyeyê ye. Ji ber ku gelek caran ev derî venekiriye û mirovên me ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dan. Dilê gelê bakurê Kurdistanê ev meheke bi berxwedana Kobanê re davêje. Gelê me yê Bakur mal û karên xwe berdane û di nava têkoşîna bi rûmet de cih girtiye, bi şev û roj li sînorê Kobanê ji bo derbasbûna çeteyan asteng bike hemû tiştên xwe daniye holê.”

(zt)