Ji hemû parzemînan dildar ji bo Kobanê hatin Pirsûsê
13:29
JINHA
RIHA - Dildarên ji çar parzemînan hatin Pirsûsê û Kobanê bi tenê nehiştin. Aktîvîstên alîkariyê yên ji Îngilistan, Swêd, Koreya Başûr, Zelanda Nû, Zambîa, Afrîka û Amerîkayê hatin banga alîkariyê li hemû mirov û welatan kirin.
Ligel berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî hewldanên çeteyên DAIŞ'ê yên dagirkirina Kobanê, li konbajarê ji bo kobaniyan hatin çêkirin, aktîvîstên dildar ên ji Îngilistan, Swêd, Zambîa, Koreya Başûr, Zelanda Nû, Afrîka û Amerîkayê dixebitin. Aktîvîstan bal kişandin ser ciwanên kurd ên li Kobanê li ber xwe didin û banga alîkariyê li her kesî kirin.
'Ma zirara kurdan gihîştiye kê?'
Chiseke Chiteta yê ji Zambîa hatiye di xebatên vedana konan de cih digire. Chiseke ku bi taybetî bi zarokan re eleqedar dibe çavdêriyên xwe wiha anî ziman: "Em hemû ji trajediya mirovahiyê ya li Kobanê tê jiyîn re şahidiyê dikin. Me nekarîbû çavê xwe li vê pirsgirêka mirovahiyê bigirta. Ji ber vê yekê bi hevalên xwe yên aktîvîst re hatim. Bi dîtina min gelê kurd yek ji gelê herî mezlûm ê cîhanê ye. Rêxistina barbar DAIŞ, îro li pêş çavê tevahiya cîhanê zerarê dide gelê kurd û gelên din ên bi kurdan re dijîn, ku heta niha zerara wan li kesî nebûye. Kurd îro li Şengalê, li Kobanê ji cih û warên xwe bûne. Gelo gelê Şengal û Kobanê heta roja îro zirar dane kê?"
'Divê mirovahî vê yekê bibihîze'
Patriek Jensen ê ji Amerîkayê bang li tevahiya mirovên li Amerîka û çar aliyên cîhanê kir ku xwedî li gelê Kobanê derkevin û wiha axivî: "Bi armanca piştgirîdayîna gelê Kobanê em konan vedidin. Gelê Kobanê bi rastî jî di rewşeke zehmet de ye. Em bang li mirovên li Amerîka û welatên din dikin ku piştgiriyê bidin Kobanê. Heta ku gelê Kobanê li warê xwe vegere, em ê piştgiriyê bidin wan."
'Ciwanên kurd li ber xwe didin'
Mine Ule ya ji Koreya Başûr hatiye Pirsûsê da xuyakirin ku êrîşên li hemberî Kobanê êrîşên ew hêzên dixwazin kurdan di statuya mêtingeriyê de bihêlin û destnîşan kir ku gelê Kobanê bi dayîna berdêlan pêşî li komkujiyên sivîlan girtiye. Mine ev tişt anî ziman: "Rêxistina hov a bi navê DAIŞ'ê îro li pêş çavê tevahiya cîhanê dixwaze li Kobanê komkujiyê bike. Eger gelê Kobanê ji cih û warên xwe bûye û mehkûmî mayîna li binê konan bûye, ev yek şerma her kesî ye. Eger li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi çavê mêtingeriyê li civakekê tê nihêrin û mafên mirovan ji dest digire, divê her kes lê bifikire. Ji ber ku gelê Kurd hewl da pergala xwe ava bike, hin kesan nekarî xwe lê rabigirin. Niha êrîşên li dijî Kobanê di asta herî bilind de ne. Bi saya şervanên ji ciwanên kurd ên li Kobanê, pêşî li Şengaleke nû hat girtin. Em li wargehên ji konan ên ji bo Kobanê li Pirsûsê bi dildarî dixebitin."
(zt)
