Jinên Tum Bel-Senê banga vekirina korîdorê kirin
16:25
JINHA
RIHA - Jinên ji Tum Bel-Senê yên hatin gundê Mehserê yek ji cihê çalakiyên destekirina berxwedana mezin a Kobanê ye, ji bo Kobanê ya di bin gefa komkujiyê de ye banga vekirina korîdora alîkariyê kirin.
Endamên Meclîsa Jinê ya Navenda Tum Bel-Senê yên hatin cihê çalakiya nobedê gundê Mehser ê navçeya Riha Pirsûsê, li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinên sendîkayî yên li ser berdila wan nivîsa "Jin jiyan azadî" û "Bijî biratiya gelan" hatibû nivîsandin li xwe kirin, pankarta bi nivîsa "Li Kobanê berxwedana jinê, li Rojhilata Navîn wê aştî qezenc bike" hilgirtin. Li ser navê Tum Bel-Senê Sekretera Jinê ya Navenda Giştî Melîha Beysulen daxuyanî da. Melîha ragihand ku ji ber dorpêçiya DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê rewş hînê krîtîk e û destnîşan kir ku êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyonê bi têrî girtina encamê nakin. Melîha xwest Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê timî vekirî be û ji bo Kobanê tavilê korîdoreke alîkariya însanî were vekirin.
Jinên Tum Bel-Senî piştî daxuyaniyê, bi çepik û tilîliyan şervanên YPJ'ê yên veguherîne sembola berxwedana Kobanê silav kirin.
(zt)

