'Min di jiyana xwe de hewilda bibim layêqê tekoşîna zarokên xwe'

08:46

Şehriban Aslan - Zehra Tunç / JINHA


ÊLIH – Feleknas Batur diyar kir k udi salên 1990’î de ji ber tundiya li herêmê di hat jiyan kirin 2 kurên wê berê xwe dane rêya çiyan û tevlî nava refên PKK’ê bûne û wiha got: “Min bi xwe lawê xwe yê mezin yê rojnamegerbûn bi destê xwe cil û berê wî lêkir û ew bi dilê xwe çu. Lawê minê biçuk jî mamostabû ew li gel heskiriya xwe çu. Min  jî hewilda her dem di jiyana xwe de bibim layêqî ked û tekoşîna zarokên xwe.”


Li herêmê bi tayîbetî di salên 1990’î de gelek kirinên qirêj yên weke cînayetên kiryar nediyar, îskence, qeyîp, qirkirin, şewitandina gundan, ji cîh û warê wan bi zorê derxistina welatiyan, tacîz û tecawîzê hatin jiyan kirin. Yek ji navendên ku herî zêde faîlên kiriyar nediyar li Êlihê hatin jiyan kirin. Feleknaz Batur ya kul i gundê Girbêrêkê jiyan dike qala qirêjiyên di salên 1990’î de li Êlihê dihatin jiyan kir dike. Feleknaz da zanîn ku ew her dem bi hesreta rojekê dîtina her du lawên xwe jiyan dike. Feleknaz anî ziman k udi salên 1990’î de yek ji navendên herî zêde faîlên kiriyar ne diyar û Hizbil- Kontra lê jiyan dikir jî Êlih bû, di wan deman de wê li gundê xwe yê ku niha lê jiyan dike Girbêrêkê jiyan dikir û wiha got: “Ji ber em welatparêzbû ji bom e digotin ‘terorîst’ ser deriyê me îşareta xaçê danîbûn. Her demê rêya mêvanên me digirtin û li wan dixistin.” Feleknaz wiha qala bûyerek ya ku wê bi xwe jiyan kiriye dike: “Carekê di destê wan de kêr û çek hebûn pêşiya mêvanê me girtin. Dema ku çavê min bi wan ket hem amin qêr kir. Dema kum in qêr kir hevserê min jî ji malê derket bi hewara me hat. Dema kum in qêr kir û derdor bi wan hesiyan êrîşî mêvanê me kirine, vê carê jî l imin vegeriyan û ber girtin min. Paşê jî mêvanên me hêlan û reviyan. Heger min wê demê qêr nekirbana dibe ku mêvanên me li wê qetilkiribana.”


‘2 lawên min ji ber tundiya heyî çun beşdarî nava PKK’ê bûn’


Feleknaz destnîan kir ku wan cejna Newrozê ya sala 1990’an gelek  zor derbas kirin û wiha domand: “Min di cejna Newrozê de tekel di şewitand. Min her derê bi kes, sor û zer di xemiland. Dema ku ez diçum cejna Newrozê cîranên me yên hizbulah li peyî min gotinên weke  ‘Diçe li mêran digere’ dikirin. Lê min guh nedida gotinên wan û ez her derê de diçum.” Feleknaz bilêv kir ku her 2 lawên wê yên yek jê rojnameger û yê dinê jî mamosta 5 sal di girtîgehê de mane. Feleknaz wiha qala mayîna zarokên xwe di girtîgehê de dike: “Dema ku her 2 zarokên min di girtîgehê de jî bûn her dem dihyatin sirgun kirin. Ez jî ji bo dîtina zarokên xwe li girtîgehan digeriyam û diçum serdana zarokên xwe. Ji xwe dema ku zarokên min di girtîgehê debûn jî diyar dikirin ku dema derkevin ewê li vêderê nemînin. Min bi destê xwe lawê xwe yê mezin yê rojnameger kincên wî li wî kir çek û sîlehên wî li wî kir û rêkir. Lawê min yê biçuk yê mamosta jî li gel nîşaniya xwe çu beşdarî nava refên PKK’ê bû. Her 2 zarokên min jî ji ber tundiya heyî çun beşdarî nava refên PKK’ê bûn.”


‘Ez li serê rêyanim kî birîndarê hevalê wanim’


Feleknaz bilêv kir ku ev demdirêje wê ji her 2 zarokên xwe xeber negirtiye û wiha berdewam kir: “Ji ber ev demdirêje min ji zarokên xwe xebernegirtiye, ez texmîn dikim ku ew şehîd ketine. Ne mezarên wan ne jî hestiyên wan li kurdêne nizanim. Min û hevserê xwe berê de test bi vê tekoşînê kiriye. Tucarî din ava vê tekoşînê de me hîsên poşmaniyê jiyan nekiriye. Niha ez bi tena serê xwe li gund jiyan dikim. Di her du lingên min de jî pilatîn hene. Bi şev keça min tê li gel min dimîne. Ez her dem li serê rêyanim, kî birîndare ez hevalê wanim. Dilê min gelek şewitiye. Bila êdî dayîk negirîn. Bila êdî aştî û aramiyek çêbibe.”


(şa-zt)