Jinan ser lutkeya çiyayê Sîncarê civîna xwe ya yekem li darxistin
10:03
Asiye Tekin/JINHA
ŞENGAL – Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Şengalê û qirkirina gelê Êzidî li lutkeya çiyayê Sîncarê Jinên Êzidiyên endamên Tevgera Êzidiyên Azad û Demokrat civîna xwe ya yekem li darxistin. Li gel hewayê nebaş û birçîbûnê jî jinên Êzidî ji bo ku carekedinê tirajediyek dinê jiyan nekin civînan çêdikin û beşdarî nava berxwedanê dibin.
Di 3’ê yê tebaxê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser herêma Şengalê despêkirin û bi rojan berdewam kirin. Di wan êrîşan de gelê Êzidî û tayîbetî jî jinên Êzidî rastî tecawîz, qirkirin û kolekirinê hatin. Ji ber wê jî Êzidiyên ku ji qirkirinê felitî û karî xwe rizgar bikin neçar man cîh û warên xwe biterikînin û koç bikin. Di meşa Êzidiyan ya demdirêj û mirinê de gelek wendahî hgatin dayîn. Di dawiyê de Êzidiyan xwe gihandin cihên weke Amed, Êlih, Silopî û Rojava. Di van herêman de ji bo Êzidiyan kamp hatine çêkirin û Êzidî di wan kampan de bi zoriyên jiyanê re tekoşînê dikin. Lê yên li cihê xwe mayîn çî dikin? Bi deh hezaran Êzidiyên ku ser axa xwe mane û ne xwestine axa xwe biterikînin li lutkeya çiyayê Sîncarê li ber xwe didin. Êzidiyan ser lutkeya çiyayê Sîncarê bi qasî 150 kon bi navê kampa zoman ji bo 10 hezar Êzidiyan hatiye amadekirin. Li ser lutkeya çiya Êzidiyan jiyanek nû ya çiyayî avakirine. Nihal i serê çiyayê Sîncarê jinên Êzidî ji bo ku trajediyek dinê jiyan nekin rêxistina xwe çêdikin, civînan li dardixin û beşdarî nava refên berxwedanê dibin. Di civînan de hewil didin pisgirêkên jinan çareser dikin. Li serê çiyê li heberî hemû cureyên êrîşan tedbîrên xwe digirin û parastina xwe dikin. Niha dibin pêşengiya jinan de Tevgera Azad û Demokrat ya Êzidiyan (DOEH) hat avakirin. Jinên Êzidiyên k udi nava DOEH’ê de cîh digirin li ser lutkeya çiyayê Sîncarê yekem konferansa xwe li darxistin. Jinên li kampa Zomanê dijîn beşdarî civînê bûn. Di civînê de Endama Rêveberiya DOEH’ê Netewî Xemgîn axivî. Netewî diyar kir ku ew weke jinên Êzidî dê bi hişmendiya şoreşa Rojava ya jinan beşdarî nava berxwedana Şengalê bibin.
Jinan li hemberî DAIŞ’ê ruyê xwe şewitandin!
Netewî balkişand ser jiyana bi deh hezaran Êzidiyan li Kampan zomanê û wiha got: “Dê Şengal bi rêxistina jinan ya ji nîvê kampê pêktê bê rizgarkirin. Divê em li Şengalê Şoreşa jinan avabikin. Li şengalê xwîna hevalên me yên jin yên şehîd ketine hene. Bi hezaran jinan ser vê axê can ê xwe feda kirine. Ji ber jinên Şengalê ketine destê DAIŞ’ê û DAIŞ ser bedena wan bazirganiyê dikin jinan ruyê xwe dane ber agir. Di meşa mirinê ya Êzidiyan de bi hezaran jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Hîna hestiyên gel ser rêyanin. 5 hezar jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Li gel ewqas jinan jiyana xwe ji dest dan jî lê dest ji baweriya xwe bernedan.”
‘Li heberî DAIŞ’ê jinan li ber xwe dan’
Netewî girêdayî domandina berxwedana jinan jî wiha dibêje: “Divê jin li vîna xwe xwedî derkevin û axa xwe biparêzin. Alîkarî ji derve nayê. Dê serkeftin dibin pêşengiya jinan de bi berxwedana gel bê bi destxistin. Jin ketin nava tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê ya ku hemû cîhan tirsandî. Me hinek jinên ketine destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Lê tu mêr nîne. Ji ber wê jî divê hun di ferqa hêza xwedebin. W eli gel hemû zoriyan jî ev ax ne terikand û hun bi tu deran de neçun. W eli gel ku derfeta çunê dît jî lê dest ji axa xwe ya pîroz bernedan û hun neçun. Hun qehremanên Êzidiyan û jinanin.”
‘Jinên Êzidî van çiyayan di parêzin’
Netewî anî ziman kul i gel hewayê sar yê serê çiyayê Sîncarê jî jinên Êzidî axa xwe ne terikan din û bi tu cihan de neçun û wiha domand: “Jinên Êzidî van çiyayan û Şengalê diparêzin. Divê em berxwedan li vêderê zêdetir mezin bikin. Bi rastiya Şengalê re DAIŞ’ê hêza jinan dît û ji hêza jinan tirsiya. Ev tirsa DAIŞ’ê bi berxwedana jinên Şengalê re despêkir. Ev serkeftinek mezine.”
‘Mêr reviyan jinan şer ker’
Endama DOEH’ê Wetha jî diyar kir ku ew weke jinên Êzidiyên yên di çiyayê Sîncarê de li ber xwe didin dixwazin bi jinên PKK’ê re beşdarî nava berxwedana parastina Şengalê bibin û wiha got: “Em weke jinên ciwan yên Êzidî dixwazin bi jinên PKK’ê re têkevin nava şer. Lê bav û birayên me li pêşiya me dibin asteng. Em dixwazin weke jinên ciwan yên Êzidî di van çiyayan de çekan hilgirin û axa xwe ya pîroz bi parêzin. Lê gelek jê cesaret nakin. Em li vêderê jiyana xwe ya rojane berdewam dikin jinên PKK’ê jî di ber azadiya me û axa me de canê xwe feda dikin. Ev ne wekeheviye. Em hîna dibin gotina mêrekê de dimînin. Ma yên di despêka şerê Şengalê de Şengal hiştin û reviyan ne mêrbûn? Mêrên ku dê me bi parastana bêyî li piş xwe binêrin reviyan. Jin û keçên xwe jî li peyî xwe hêlan. Lê em man. Ji ber em ji wan zêdetir bi hêzin û xwediyê giyana berxwedanêne. Ji ber wê jî divê hemû jin beşdarî nava berxwedanê bibin.”
‘Tenê derê PDK’ê bilindkirina alayêye’
Paşê jî jina bi navê Şîrîn ya kul i kampa Zoman dijî jî nêrînên xwe wiha par kir: “Em ji mêran zêdetir bi zanebûnin. Em ji wan zêdetir dikarin siyasetê jî bixwînin û çareser bikin. Em dizanin DAIŞ çawan ji bo tunekirina me bi ser me de tê. PDK û Îraqê gotin ‘Emê Şengalê biparêzin’ hatin li Şengalê alaya xwe bilind kirin. Lê ev demdirêj nebû. Nihal i cihê ku wan alaya xwe bilind kirî alaya DAIŞ’ê li wê diheje. Em ne parastin. Ev hemû nebesbû dema ku DAIŞ hatin ketin hindirê Şengalê jî wan pêşiya wesayîtên me girtin û nehêlan em ji ber êrîşan birevin. Dema kuz anîn nikarin Şengalê biparêzin ew reviyan.”
‘Ezê keça xwe bişînim şer’
Dayîkek Êzidî jî di civînê de wiha axivî: “Keç û bukên me ketin destê DAKŞ’ê. Hemû keç û bukên ketine destê DAIŞ’ê keç û bûkên minin. DAIŞ wan di firoşe. Keçên me yên bedew û bêhna xweş ji wan dihat niha di destê cenaswerên DAIŞ’ê yên ku bêhne pîs û genî ji wan tê li bazarên koleyan tên firotin. 6 keç û 6 kurên min hene. Mêr hemû li her deverên şengalê Şer dikin. 5 keçên min jî zewicîne tenê keçek ya min maye. Ezê wê keça xwe jî teslîmî weledên xwe yên ku ji bo azadiya Şengalê şer dikin bikim. Niha yên me li vêderê diparêzin PKK yiyên ku diya xwe û bavê xwe li peyî xwe hêlane û hatine me diparêzinin. Em jî li vêderê ez eziyê dikin û desturê nadin zarokên me beşdarî nava refên berxwedanê bibin. Ev bêmafiyeke. Heger ne ji PKK’ê bana niha berê de DAIŞ’ê alaya xwe li Çilmêranê bilind kiribû. Heger hîna li hinek deveran alaya PDK’ê di heje ev bi xêra PKK’ê ye. Divê ji nedîtî ve li vê kedê neyê nêrîn. Ji ber wê jî heger em ji birçînan bimirin jî emê van cîh û waran ne terikînin û bi tu cihan de neçin.”
Jinên tekoşer yên ji ber êrîşên DAIŞ’ê rizgar bûne…
Jinan 3 tekoşerên YJA Star yên k udi berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîranîn û gotin: “Ya bi serê me hatî ne fermane vêcarê tufanbû. Sedema wê jî ji ber em êzidîbûn. Keçên me yên ketine destê DAIŞ’ê zendên xwe dibirin û xwe întihar dikin. Ji bo ku nebin kole ruyê xwe û situyê xwe dibirin. Keçên me yên ji destê DAIŞ’ê direvin cardin keçên mene. Hatina wan ya nava me û din ava me de jiyan kirina wan ji bom e serbilindiye. Niha yên li kampê dimînin piranî mêrin. Ew radizin û her tuştî ji jinan hêvî dikin. Bila ew jî biçin beşdarî nava berxwedanê bibin. Bi runiştinê şoreş nabe.”
Piştî axaftinan civînê bi pirs û bersivan berdewam kir.
(zt)

