Ciwanên Elman: Me dewleta tirk bi êrîşên li sînor nas kir

10:38

JINHA


RIHA - Ciwanên Elman ên hefteyeke li sînorê Kobanê-Pirsûsê berxwedanê pêk tînin diyar kir ku berxwedana Kobanê berxwedana di cîhanê de ya herî bêhempa ye. Ciwanên Elman anîn ziman ku wan Tirkiye bi êrîşa polîs û leşkeran a li dijî welatiyên di nobeta berxwedanê naskirin. Ciwanên Elman ji xwe re navên kurd diyar kirin.

Berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di roja 37'emîn de berdewam dike. Du ciwanên Elman ên ku hefteyeke di çalakiya nobetê de cih digirin şahidîniya berxwedana sînor dikin. Ciwanên Elman ên bi navê Yakob Weîdder û Arne Buttner ên ku ji bo projeyekê hatin navçeya Datça ya Muglayê piştî berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê di çapemeniya navneteweyî de cih girtin dest ji karên xwe berdan û hatin sînor. Ciwanên bi koordînasyona li navçeyê hate avakirin ketin têkliyê û hatin gundê Miseynter û Heheserê û tiştên li wir pêk tên ji bo vegêrînin projeyek dîbarî her tîştî qeyd dikin. Ciwanên di demek kin de bi welatiyên li sînor nobetê digirin têkiliyên gerim danîn û di vê pêvajoyê de navên xwe guherîn. Ciwanan navên xwe kirin Sîpan û Xelat Şerwan.

Ciwanên Elman êrîşa dewletê ya li hemberî welatiyên di berxwedanê de jî dîtin û diyar kirin ku wan dewlet tirk bi van êrîşan nas kir. Ciwanên Elman Yakob Weîdder navê xwe kir Sîpan, Arne Buttner jî navê xwe kir Xelat Şervan 

Bi welatiyan re nobetê digirin

Her du ciwanên Elman xwendekarên sînemayê ne û ji bo teza zanîngehê amade bikin hatin Tirkiyeyê. Ciwanên çend hefteyan li naçeya Datçayê ya Muglayê li ser projeyê xebat kirin berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di raya giştî ya cihanê de bihîstin. Li ser vê yekê ciwanan projeya xwe nîvçûyî hiştin û ji bo berxwedana dîrokî di cih de bibînin hatin sînor. Ciwanên ji bo derbasî Kobanê bibin hatin sînor ji ber pevçûn dijwar bûn sînor derbas nekirin lê tevlî berxwedana sînor bûn. Ciwanên Elman bi welatiyan li sînor nobeta berxwedanê digirin û tiştên li wir pêk tên hemûyan qeyd dikin û bi roportajan armanca berxwedanê û nêrînên welatiyan li hev tînin.

'Li aliyekî çeteyên DAIŞ'ê li aliyekî jî Tirkiye êrîşê dike'

Ciwanên duh ji Pirsûsê veqetiyan berî biçin tiştên jiyîn û nobeta berxwedanê bi kurtasî vegotin. Veîdner (Sîpan) diyar kir ku bi armanca berxwedana YPG û YPJ'ê bikşînin hatin û berxwedana li sînor bi berxwedana li Kobanê re bûye yek. Sîpan, anî ziman ku li Kobanê çeteyên DAIŞ'ê li sînor jî Tirkiyeyê êrîş li welatiyan kir û her tim şîdeta polîs û leşkeran a Tirkiyeyê dixwandin lê bi êrîşên li sînor Tirkiye hêj bêtir nas kirin.

'Berxwedana Kobanê berxwedana herî bêhempa ya cîhanê ye'

Butter (Xelat Şerwan) jî diyar kir ku berxwedana li Kobanê berxwedana herî bêhempan ya di cîhanê de ye ligel neçûn Kobanê li xeta sînor ev yekê baş hîs kirin. Şerwan, anî ziman ku welatiyên sînor ligel êrîşan bi biryarekî gelek mezin sînor terk nekirin û vê yekê ew gelek bi bandor kirin. Şerwan, da zanîn ku rihê berxwedanê sînor û jiyana wir gelek bi bandor bû.

'Em diçin lê em xemgîn in'

Ciwanan diyar kir ku ji ber ji qada nobetê vediqetin gelek xemgîn in û tiştên li vir jiyîn û dîtin dê ji derdorên xwe re vebêjin û herî demek kin de dê carek edin bên Kurdistanê.

(zt)