Li sînor berxwedêrekî Arnavut ê 60 salî

11:11

JINHA


RIHA – Welatiyê bi navê Rifat Horoz (60) ê koçberê Arnavut e ji bo di nobeta berxwedanê ya li ser sînor a parçeyeke berxwedana Kobanê ye de cih bigire ligel temenê xwe yê mezin her tiştên xwe li pey xwe hişt û tevli berxwedanê bû. Rifat bilêv kir ku tiştên li Kobanê diweqimin j itiştên dema osmaniyan de hatiye serê wan cudatir nîn e û bang li gelê Tirkiyeyê kir ku bibin parçeyeke berxwedanê. 

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ku jig elek gel û baweriyan pêk tê derbasî dîrokê dibe, di nobeta berxwedanê ya li sînor jî wekî berxwedana mewziyan de gelek welatiyên ji gelên cuda cih digirin. Welatiyê bi navê Rifat horoz ê ku eslê xwe ji Sînopê ye û koçberê Arnavut e bi berxwedanê 60 saliya xwe li pey xwe hişt û cara yekem û dawî hate Kuristanê. Rifat ê ku ev 15 roj in li gundê Miseynterê ye û tevli berxwedanê bû piştî çalakiya nobotê dê ji Kurdistanê venegera û li Kobanê bi cih bibe. Rifat berê hewl daye ku derbasî Kobanê bibe lê ji ber ku nekariye li ser sînor maye û tevli nobetê bûye. Rifat diyar kir ku biçûk be jî xwestiye wisa tevli berxwedana Kobanê bibe. 

Her tiştên xwe li pey xwe hişt û tevli berxwedanê bû

Rifat, piştê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê dest pê kir mala xwe ya li Kocaeliyê dide malbateke ji Kobanê hatiye û di heman demê de tiştên xwe jî firotiye û daye kampanyayên alîkariyê, tenê çend tişt kiriye çenteyê xwe û careke din venegere mala xwe berê xwe daye Kobanê. Rifat ê ku nekarî tevli berxwedana dîrokî ya YPG û YPJ’ê bibe ji roja ewil heti niha bûye parçeyeke nobeta berxwedanê. Rifat li qada nobetê tevli jiyanê dibe û rojê 2 saetan nobetê digire û di navar ojê de jî tevli jiyana komunal dibe û bûye parçeyeke jiyana li gund nû tê hunandin. 

Li gel temenê xwe rojê 2 saetan nobetê digire

Rifat ligel temenê xwe yê mezin saet di 04.00-06.00’an de li noqteya ji aliyê asayîşê ve hatiye diyarkirin de nobetê digire û di nava rojê de jî xebatên xwendin perwerdehiyê dike.

Rifat ê ku li gund jiyana ji aliyê welatî û berxwedaran ve te hunandin cih digire û bi vî rengî ji bo ciwanan dibe mînak.

‘Êşa Kobanê beriya salan osmaniyan bi me dan jiyîn’

Rifat da zanîn ku ji ber tehdîda komkujiyê ya li hemberî Kobanê tevli vê berxwedanê bûye û ji ber ku model ali Kobanê li dijî berjiwandiyên emperyalîstan e êrîş tê kirin. Rifat bilêv kir ku êşên gelê Kobanê dijî di demên borî de osamniyan û Tirkiyeyê bi wan dane jiyîn û wiha got: “Di destên me de dîrokeke nivîskî nîn e lê kalên min tiştên ku qewimîne ji min re vedigotin. Niha li Rojava komkujiyên berhemên heman paradîgmayê ye tên ferzkirin.”

Piştî serkeftinê dê li Kobanê bi cih bibe

Rifat ê ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dibêje “Rêbertî” got ku divê gelê kurd û dostên wan îro û şunde wekî her tim dê şer hebe jiyana xwe bihûne û parastina xwe ya cewherî pêk bîne. Rifat anî ziman ku piştî Kobanê bi ser keve dê derbasî Kobanê bibe û liwir bi cih bibe, heta ji destên wê bê dê tevli berxwedanê bibe.

‘Em bi perwerdehiyê xwe ji nû ve diafirînin’

Rifat qala jiyana komunal a di nebeta berxwedanê de jî kir û bi taybetî bal kişand li ser sûdên ji perwerdehiyê tên girtin û bi perwerdehiyên bi roj tên kirin berxwedêr xwe ji nû ve diafirînin. Rifat bang li gelên Tirkiyeyê jî kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Dive hemû kes bên vir û tevli berxwedanê bibin. Ez dixwazim bi gelê Kobanê re bin. Li vir qadên berxwedanê hene li vir gelek tiştên bên hînbûn hene. Gelek tiştên ku em ji gelê kurd hîn bibin hene. Welatiyên ku bi derewên derweta faşîst ve mejiyên wan hatiye şuştin heke dixwazin rastiyan bibînin divê bên Kurdistanê û bixwe bibînin.”

(zt)