Ji welatiyê ereb bangawazî: Dev ji DAIŞ’ê berdin werî YPG’ê

12:13

JINHA


RIHA - Welatilê bi navê Xanîf Dedilî yê aslê xwe ereb e û ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hemû malbata xwe winda kiriye bi gotina “Eleqeya DAIŞ’ê bi ol û îslamê re nîn e, dev ji DAIŞ’ê berdin û werin refên YPG’ê” bang li ereb ên di nava DAIŞ’ê de cih digirin kir. 

Li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên ADIŞ’ê berxwedana bêhempa ya YPG û YPJ’ê bênavber didome. Xanîf Dedilî (40) eslê xwe ereb e û di refên YPG’ê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike di dema êrîşên çeteyan de hemû malbata xwe winda dike. Xanîf yê kul i navçeya Pirsûsê li Konbajarê Kobanê peywirdarê asayîşê ye piştî li bajarê Helebê ya Sûriyeyê nanokiyên muxalîfên rejîma Esad dibîna di refên YPG’ê de ji bo Kobanê şer dike. Xenîf diyar kir ku ew bûye şahid ku leşkerên tirk alîkarî dane çeteyên DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman: “Ez li gundê Momijî ya Helebê di nava muxalîfên rejîma Esad de bûm. Dema min li hemberî rejîma Esad şer dikin min dît ku muxalîf çawa diziyê dikin, nakokiyên wan here û gundên ku dikevin çawa talan dikin. Piştre ez derbasî Kobanê bûm û li dijî DAIŞ’ê tevli refên YPG’ê bûm. DAIŞ’ê malbata min a ji 12 kesan pêk tê bi bombebaranê qetil kir. Tenê ez mam. Piştî malbata min hate qetilkirin em çûn herêma Ebuserê ya ku DAIŞ’ê li wir in. Me 2 bîksî girt û me tankek ruxand.” Xanîf da zanîn ku piştre dikeve destên DAIŞ’ê û ji aliyê YPG’ê ve tê rizgarkirin. Xanîf piştgiriya ku Tirkiye dide DAIŞ’ê û şahidbûna xwe jî wiha tîne ziman: “Ez li sînor bûm. Li ber çavên min 25 tank ji trenê daxistin û dan DAIŞ’ê. Leşkerên tirk ên li sînor alîkariyê didin DAIŞ’ê bi şev êrîşê YPG û YPJ’ê dikin, gulebaran dikin. Bi roj jî çekan didin DAIŞ’ê.”

Xwe wekî kurdekî his dike

Xenîf der barê çeteyên DAIŞ’ê yên komkujiyên hovane pêk tînin de jî wiha got: “DAIŞ îşkence bi cenazeyên YPG’î û YPJ’iyan dike, cenazeyan davêjin nava agir. Lê YPG û YPJ rêzê Nîşanên cenazeyan didin. Her tiştî li ser navê ol, li ser navê îslamê dikin , wisa dibêjin Lê tu eleqeya DAIŞ’ê bi ol û îslamê re nîn e.” Xenîf diyar kir kul i herêma rojhilat YPG’ê ji bo ku jinek û 2 zarokan derbas bike ew peywirdar kiriye, dema ku ew derbasî bakur kiriye 3 çeteyên DAIŞ’ê kuştiye.

Xanîf destnîşan kir ku ev du hefte ne li Konbajarê Kobanê ya Pirsûsê di asayîşê de berpirsyar e û wekî erebekî di refên YPG’ê de şer dike jî hestên xwe bi gotinên “ez xwe wekî erebekî nabînim, wekî kurdekî dibînim û wisa hîsdikim” tîne ziman. 

Xanîf derbirî ku hêzên YPG û YPJ’ê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan şer dike û bi gotina “Tu eleqeya DAIŞ’ê bi ol û îslamê re nîn e, dev ji DAIŞ’ê berdin û werin refên YPG’ê” bang li ciwanên ku di nava çeteyên DAIŞ’ê cih digirin an jî piştgiriyê didin wan kir.

xanîf di dawiya axaftina xwe de got ku divê ji bo Kobanê ya ku di bin xetereya komkujiyê de ye korîdora mirovî bê vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kobanê di rewşeke zehmet de ye. Divê alîkariyên mirovî bigihîjîn wê derê. Tirkiye dixwaze Kobanê bikeve lê Kobanê dê nekeve.”

(zt)