Rûyê konbajarê dicemide!

13:08

JINHA


RIHA –Welatiyên Kobanê ku li konbajarê Pirsûsê hate bicihkirin di tarîtiya şevê de bi şertên demsalê re têdikoşîn. Li konbajar dema tarî dikeve erdê welatiyên ku bi êşên xwe re rû bi rû dimînin dixwazin zûtir vegerin Kobanê. Jina bi navê Fatma Derwêş ya li konbajar dijî wiha dibêje: "Me zanîba çeteyên DAIŞ'ê dê zirar neda zarokên me em ê nehatana. Bila tu kes nebêje ev ji mirinê ditirsin. Ji ber ku van hovana ji mirovahiyê nesîbên xwe negirtine bêyî ku bibêjin ev jin e, zaroke an jî kal e serê wan jêdikin. Ji bo vê yekê me welatê xwe terikand. Konbajar de jiyandin pir zehmete. Hevjîn û zarokên me gelekan niha li eniyan de şer dikin.”


 Piştî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Welatiyên Kobanê ku li konbajarê Pirsûsê hate bicihkirin di tarîtiya şevê de bi şertên demsalê re têdikoşîn. Li konbajar dema tarî dikeve erdê welatiyên ku bi êşên xwe re rû bi rû dimînin dixwazin zûtir vegerin Kobanê. Welatiyên Kobanê ku li Pirsûsê konbajaran hatine bicihkirin ligel hemû zehmetiyên şertên demsalê hewl didin ku li ser lingan bisekinin. Piranî zarok, pîr û kalên ku di konbajarê Arîn Mîrkan de dimînin li dijî hewaya sar li ber xwe didin. Welatiyê bi navê Hêzî Hesen diyar kir ku ji ber hînî sermayê û bê ceyranê nebûne zarok hetanî sibehê digîrin û zehmetiyan dikişînin. Hêzî anî ziman ku ji neçarî zehmetiyên konbajar dikişînin û wiha axivî: "Dema çeteyên DAIŞ'ê ber bi rojhilatê Kobanê ve hatin û dê zirar bidana me, YPG'ê xwestin em li gund derkevin. Ji ber ku em hînî jiyana konbajar nebûne zehmetiyan dikişînin. Ji ber em nişkava hatin Malên Gel ên Bakurê Kurdistanê (HDP, DBP, DTK) bê amadebûn. Ji bona vê niha ji bo ku pirsgirika germbûnê çareser bikin mijûl dibin. Zarok pir dicemidin û hetanî sibehê digîrin. Ji ber ku sarî û sermayê zaroka min hetanî sibehê digirî." 

'Dê Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin'

Jina bi navê Fatma Derwêş diyar kir ku êşên ku dikişînin şev hîn zêdetir xwe dide der û wiha got: "Me zanîba çeteyên DAIŞ'ê dê zirar neda zarokên me em ê nehatana. Bila tu kes nebêje ev ji mirinê ditirsin. Ji ber ku van hovana ji mirovahiyê nesîbên xwe negirtine bêyî ku bibêjin ev jin e, zaroke an jî kal e serê wan jêdikin. Ji bo vê yekê me welatê xwe terikand. Konbajar de jiyandin pir zehmete. Hevjîn û zarokên me gelekan niha li eniyan de şer dikin. Em bawer nakin ku bi mehan vê tarîtiyê de bijîn, ji ber ku Kobanê dê ji çeteyên DAIŞ'ê bê paqijkirin." 

'Bavê wî ew maç kiribû û şandibû'

Dayika bi navê Emîne Lalo jî diyar kir ku beriya berxwedana Kobanê hevjînê xwe winda kiriye û piştre jî keça xwe ya şervana YPJ'ê winda kiriye. Emîne anî ziman ku ew di vî halî de zehmetiyên konbajar jî nafikire û wiha pêde çû: " Beriya 10 roj an hevjînê min Murat Abbas jiyana xwe ji dest da. Beriya 2 mehan jî keça min Amara Dêrsim di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest da. Hevjînê min li Kobanê defin kirin. Min jî û zarokên min jî gora wî nedîtine. Keçek min jî a niha li Kobanê di nava refên YPJ'ê de ye û bi qehremanî li dijî çeteyan şer dike. Ez bi tevê 7 zarokên xwe li konbajar dijîn û li benda vegera Kobanê ne. Dibe ku me wek gel bedelên mezin dabe lê em dizanin ku jiyanek bi rûmet li pêşiya nifşên nû ne. Kurê min ê biçûk 7 salî ye û timî li bavê xwe dipirse. Bavê wî ew maç kiribû û şandibû. Niha biçe Kobanê dewsa bavê xwe dê gora bavê xwe bibîne." 

(zt)