Di konferansa jinê de peyama girtiyên jin hat ragihandin

17:01

 


Hazal PEKER- Hangül ÖZBEY – JINHA


HEWLÊR- Parlementera Qersê ya BDP’ê û endama komîteya amadekar a konferansê Mulkiye Bîrtane ku di panela konferansê de xivî, peyama girtiyên jin ên li Tirkiyê, ragihand. Mulkiye got: “ Jinên kurd ku 36 sal cezayê girtîgehê girtine, dibêjin bila konferans biserkeve û jinên kurd bibin yek, em razî ne ku 36 salên din jî girtî bimînin.”


Panela li ser nêrînên têkildarî pirsgirêkên jinan berdewam dike. Parlementera Qersê û endama komîteya amadekar a konferansê Mulkiye Bîrtane, di panelê de peyama girtiyên jin ên li Tirkiyê ragihand. Mulkiye diyar kir ku bi rastî jî di rojeke wisa dîrokî de li vir in. Mulkiye wiha berdewam kir:


“Jinên kurd di her demê de mora xistine. Jinên kurd îro dê di warê netewebûnê de bibin yek. Di girtîgehên li Tirkiyê û bakur de bi sedan jinên kurd hene. 3 roj berê li bakurê kurdistanê çûm girtîgehê. Jinên girtî ku 36 sal ceza xwarine jî peyamên xwe şandin. Gotin ku jinên kurd di vê konferansê de serkeftî derkevin, em razî ne 36 salên din jî girtî bimînin. Ev dê bibe serketina hemû jinê.”


(hp/ho)