Jina enternasyonal ya çiyayî: Andrea Wolf

10:24

Gulşen Koçuk/JINHA


WAN – Andrea Wolf bi tekoşîna xwe ya ji bo gelan navê xwe di binhişiya mirovan de kolaye… Dema ku Andrea din ava refên PKK’ê debû wiha gotibû ‘Ezê weke şoreşgerek Elman nêzî welatê xwe bibim.’ Dema ku Andrea li çoltara Şaxê li gel hevalên xwe ji bo tekoşîna netewiya gelê kurd têdikoşan ji aliyê leşkerên tirk ve hatin qetilkirin.


Tekoşîna netewiya gelkê kurd ya ku bi çend kesan despêkirî bil ez gihayî milyonan tenê nebû tevgera kurdan bû tevgera enternasyonalan jî. PKK tenê nebû tevgera yên ser vê erdnîgariyê hatine perçiqandin di navê de sosyalîst, elman, înglîz, ermenî, asurî, tirk, laz, Çerkez û jig elek çand û nijadên cuda mirovan din avê de cîh girtin. Her wiha tekoşîna PKK’ê ji tekoşîna jinan re jî dergoşî kiriye. Jig elek kesayetên ji çand û netewên cuda tevlî tekoşîna PKK’ê ya mafdar bûyî jî jina Elman ya bi navê Andrea Wolf bi nasnav Ronahiye. Andrea di 15’ê cotmeha sala 1965’an de li bajarê Munih ê yê Elmanya yê çavên xwe li dunyayê vekiriye. Andrea di 15 saliya xwe de partiyên sosyalîst naskiriye û din ava tevgerên çepgîr de cîh girtiye. Din ava Partiya Sosyal û Demokrat ya Elman (SDP) ê de cîh girtiye.


Di temenê biçuk de ji bo nirxan tekoşîn kiriye


Andrea di 16 saliya xwe de ji bo parastina nirxên wê jê bawer dikir kar dikir cara yekem kete binçavan. Di heman demê de Andrea yek ji damezrênerên tevgera “Ozgur Zaman 81’ an” bûye. Di 6’ê cotmeha sala 1981’an de dikeve girtîgehê û piştî 6 mehan serbest tê berdan. Dem dem ser mala wê de digirtin û ew digirtin bin çavan. Di sala 1997’an de Andrea diçe Libnanê ji wê jî diçe Kurdistanê û li wê beşdarî nava refên PKK’ê dibe û dibe nedama YAJK’ê. Dema ku Andrea beşdarî nava refên PKK’ê dibe êdî navê xwe dike Ronahî. Ronahî nasnavê Bedriye Taş ya ku ji bo protestokirina qedexekirina cejna Newrozê di sala 1994’an de li gel hevala xwe Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) li bajarê Mannheim ê yê Elmanyayê bedena xwe dabûn ber agir.


‘Ezê weke şoreşgerek Elman nêzî welatê xwe bibim’


Ronahî diyar kiribû ku dê rastiya kurdan ya k udi tevahî salên xwe yên tekoînê de hîn bûyî ji gelên Elmanya re vebêje û wiha gotibû: “Ez hêvîdarim ku ezê ji nerêniyan zêdetir teyîbetiyên erênî ji bo xwe bingeh bigirim. Ez bawerdikim ku ezê tayîbetiyên erêni yên kum in girtine bi xwe re bibim Elmanyayê. Ji bom in rastiya gelê kurd, rastiya şer û nêzîkatiya partiyê ji van re giringe. Ez li vêderê vana hînbûm.” Piştî 2 mehanh Ronahî beşdarî nava refên PKK’ê bûyî li gel Rêberê PKK’ê wiha dibêje: “Ez bi mirovan bawerdikim. Herî kêm ez bi qirêjiya ku niha mirovahî dinavê de jiyan dike re namînim. Heger hêza min têr neke jî ez nabim alet. Xwe pak hiştin ji bom in moraleke. Ezê hewil bidim bi baldarî di vê rêyê de bimeşim. Di serî de ji berk u we ez bi germî pêşewazî kirim gelek sipas dikim. Her çendî ku ez ji nava çandek cuda jî têm lê min li vêderê tu biyanîbûn jiyan nekir. Li gorî beranberiya hatî kirin ji jor ber bi jêr formasyonek ya deshilatiyê heye. Di navê de cewherê mirovan tê valakirin. Ev şer şerê ji nûve derxistina holê ya nirxên mirovahiyêye. Di vêderê de berpirsyariya kum in girtiye dibe sedema ji nû ve guherîna min. Ez êdî weke şoreşgerek Elman nêzî welatê xwe dibim. Her wiha hêza kum in li vêderê girtiye jî ezê li wê bidim xebitandin. Ezê hemû hêza xwe derxînim holê. Ez bawerim ku ezê bi ser bikevim.”


Dema k udi nava PKK’ê de tekoşîn dikir hat qetilkirin


Di 23’ê yê Cotmeha sala 1998’an de li navçeya Şaxê ya Wanê di şerekê de Rohanî bi saxî tê girtin û bi xwînxwarî tê qetilkirin. Dema ku Ronahî hatî qetilkirin 33 salî bû. Piştî salan şahidê bûyerê axivî û diyar kir ku Ronahî li gel 40 hevalên xwe yên PKK yî di gotek komiya li herêma Keleh ya Şaxêye.


‘Ez ji bo keça xwe di metirsiyê debûm lê ew mafdarin’


Andrea di 15 saliya xwe de kete nava siyasetê. Dema k udi beşê ciwanan yê Partiya Sosyalîst û Demokrat SPD’ê de bû bil ez pêşket. Dayîka Andrea Tilo Wolf wiha qala wan rojên keça xwe dike: “Rojekê hemû tuştên girêdayî zarokatiya xwe ji odeya xwe derxist û avêt. Hişmendiya wê ya polîtîk zu pêşdiket. Li Munih ê hat girtin. Dema kum in bihîst hema ez çum li gel wê. Dema ku ez gihiştim wê keça min di girtîgehê debû. Ji bo keça xwe ez din ava metirsiyê debûm û di tirsiyam. Lê keça min mafdarbû. Rojadinê keça min serbest hat berdan. Rojadinê Andrea ji malê derket. Bi 2 hevalên xwe re malek girtin. Di wê demê de birayê wê Tom jî ji bo wênekêşiyê perwerdeya pîşeyî didît. Her diçu derdorên Andrea zêde dibûn. Her diçu hişmendiya Andrea ya polîtîk jî mezin dibû. Paşê di meşekê de Andrea, Tom û gelek hevalên xwe hatin girtin. 4 roj dibin çavan de man.”


Ji Ronahî ji bo diya wê nameya dawiyê…


Tila ji bo nameya Andrea ya dawiyê û ji wê girtina xebera bi êş wiha dibêje: “Di îlona sala 1998’an de hevalek ya Andrea ya jin ji gel wê hatibû hat ziyaret amin û hem jî ji bom in nameya Andrea anîbû. Min ji ku dizanî dê ew bibe nameya dawiyê… Min name veşart û dema ku ez bi şev tenê dimam min dixwend. Têde wiha nivîsîbû; ‘Mereqa min neke ez başim. Heval baş l imin dinêrin. Ezê sala bê vegerim.’ Min gelek ji nivîsa wê heskir. Hevala Andrea dê ji bo karekê çubana cihekê û paşê vegeriyabana. Hevalek dinê li gel wê ji Elmanyayê hatibû. Min dem ali ruyê wî dinêrî têdigihiştim, ez bê navber di axivîm. Dê çî gotibana ez têdigihiştim. Ji bo ku ew bi peyîve ez bê navber di peyîvî. Dawiyê de ez bêdeng bûm. Keça min Andrea jiyana xwe ji dest da. Li ber êşa wendakirina wê çukên anîna wê ya dunyayê ne tuştekbû. Bi rojan min û hevalên wê me bi hev re şîna wê kir. Me mûm pêxistin, gul danîn û li ber dengê muzîkê û medîtasyonê. Lê êşa min sivik ne dibû. Êdî min hemû malbata xwe wenda kiribû.”


Piştî Ronahî…


Dayîka Ronahî piştî wendakirina wê ji bo dîtina mezarê wê tekoşîna hiquqî berdewam kir. Bi salan dadgeha Elman li hemberî qetilkirina Ronahî û serlêdana dayîka wê bêdeng dima. Di sala 2005’an de girêdayî qetilkirina wê doz hat vekirin. Tilo Wolf ya ku 12 sal bû keça xwe wenda kirî di sala 2010’an de li AIHM’ê aqubeta keça xwe pirsî, lê tu encamek ne girt. Piştî ku şahidê bûyerê derket û nûçeyên girêdayî gora komiya ku Andrea û hevalên xwe têde li Şaxê jig elek welatên derve parêzvanên mafê mirovan hatin herêmê. Parêzvanên mafê mirovan ji bo ronîkirina bûyera qetilkirina Andrea û hevalên wê komusyona lêkolînê ya navnetewî û bê alî avakirin. Lê gelek caran xebatên komûsyonê hatin asteng kirin. Bi salane Tilo Wolf xeyal dike cenazeyê keça xwe Ronahiya k udi gora komî deya derxîne û bibe Manihê li gel lawê xwe û hevjînê xwe bi cîh bike. Tilo Wolf ji ber nexweşiyek giran li Nexweşxaneya City ya Guatyemala yê di 23’ê yê nîsana sala 2013’an de jiyana xwe ji dest da.


Di 13’ê îlona sala 2013’an de navê Ronahî li goristanek ya bîranîna hevalên wê yên di girên komî de hatine veşartin hat kirin. Dayîkên ku tekoşîna wê bihîstin navê wê li zarokan kirin û ew bi bîranînên wê dan jiyan kirin.


 (zt)