Cenazeyê rojnameger Serena şandin Beyrut'ê

11:10

JINHA


STENBOL – Cenazeyê rojnamegera ABD’ê Serena Shim ya ku li Pirsusê di qezayek ya trafîqê de jiyana xwe ji dest dayî şandin Beyrutê.


Rojnameger Serena Shim ya ku ji ABD yê hatî ji bo şopandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ên ser  Kobanê û berxwedana ji bo piştevaniya Kobanê li Pirsusê hatî despêkirin li Pirsusê dima. Li Pirsusê di qezayek tirafîqêde Serena jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê nûçegihana telvizyona Press TV ya Îranê ku fermî li ABD yê weşanê dike Serena Shim ji bo bişînin Paytexta Lubnanê Beyrutê şandin Stenbolê. Malbata wê li Stenbolê cenaze girin û dê bibin Beyîrotê.


Malbata Serena diyar kirin ku beriya Serena jiyana xwe ji dest bide ji aliyê Tirkiyê ve bi ajaniyê hatibû sucdar kirin, ji ber wê jî mirina Serena bi gumane.


 (zt)