Bi kedek hevpar ji bo malbatek kobanî xanî tê çêkirin

11:16

JINHA


RIHA - Li ser sînorê Kobanê-Rihayê ku 39 roj in nobeda berxwedanê dom dike, di heman demê de li ser sînor piştevaniya kolektîf jî pêk tê. Berxwedêrên gundê Miseynterê ya Pirsûsê ji bo malbatek Kobanê ku ji heft kesan pêk tê xaniyek çêkirin. Ji malbata Kobanî Huseyîn Nurettîn da zanîn ku ev ji bo demekiye û dema ku şervan çeteyan ji Kobanê derbixe dê dîsa vegerin ser axa xwe.


Nobeda li ser sînorê Pirsûsê ku ji aliyê welatiyan ve tê girtin û parçeyek ji berxwedana Kobanê ye, tenê ji bo ku çete ji sînor derbas nebin û ji bo ku pêşiya piştgiriya bi çeteyan re asteng bikin nîne, di heman demê de welatî li ser sînor jiyana komunal jî ava dikin. Welatiyên ku li gundê Miseynterê nobedê digirin, malbatên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyan tên alîkariya wan dikin. Berxwedêrên nobedê ji bo malbatek kobanî ku ji heft kesan pêk tê xaniyek çêkirin.


‘Divê ev xaniyê ku em çêdikin ji bo her kes bibe mînak’


Welatiyên ku nobedê digirin, çar roj berê li pişt gund li qadek vala xaniyek nû çêkirin. Di nava rojê de welatî mil dan hevdû û dîwarê xanî çêkirin. Niha jî sîwanê xanî tê çêkirin. Welatî armanc dikin ku di nava du rojan de çêkirina xanî bi dawî bikin û malbata kobanî tê de bi cîh bikin. Welatiyê bi navê Mehmet Aktî ku 15 roj in ji Bazîda Agiriyê hatiye ser sînor û nobedê digire da zanîn ku ew bi derfetên xwe hewl dane ku çêkirina xanî bi dawî bikin û wiha got: “Ji bo ku trajediya malbatê Kobanê bi dawî bibe, divê her kes tuxleyek bide. Divê ev xaniyê ku em çêdikin ji bo her kes bibe mînakek. Piştî ku Kobanê zada bibe dê dîsa her kes vegere mala xwe. Divê heta wê demê mexdur nebin û her kes alîkariyê bide wan.”


‘Dê bi berxwedana şervanan, çete bikevin gelaşa dîrokê’


Mehmet anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê ku dibêje ‘me ji bo kobaniyan hembêza xwe vekiriye’ derew e û wiha dom kir: “Piştî êrîşên ku li ser Kobanê pêk tê, ji bo ku jiyan dîsa weke berê bi awayekî normal berdewam bike, divê her kes din ava seferberiyê de be. Ji malbata kobanî Huseyîn Nurettîn ku ew jî bi berxwêdêrên ser sînor re di çêkirina xanî de cihê xwe digire da zanîn ku divê ev nêzîkatiya berxwedêrên nobedê ji bo her kesî bibe mînak û wiha got: “Piştî ku çêkirina xanî bi dawî bibe, em ê tê de bi cih bibin. Lê ev yek tenê ji bo demekiye. Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê çeteyên hov ji Kobanê û derdora wê derbixe, em ê vegerin ser axa xwe. Em neçar man ku axa xwe biterikînin. Dê bi berxwedana şervanan, çete bikevin gelaşa dîrokê.”


(aw)