Hat îdiakirin ku Hilal Unal ya 13 salî hatî zewicandin întihar kir

12:01

JINHA


NİGDE – Hat îdiakirin ku Hilala Unal ya 13 salî berî niha 4 mehan zewiciyî întihar kir.


Hilal Unal a 13 sali ya kul i gundê Elma yê girêdayî Nigde yê jiyan dike. Hilal berî niha 4 mehan bi Îslam A yê 23 salî re zewiciye. Hat îdiakirin ku Hilal li mala xezurê xwe demance bera serê xwe da û xwe kuşt. Li gorî agahiyên hatî girtin derdor dengê çekê bihîstine û dema çune cihê bûyerê Hilal birîndar li erdê dirêjkiriye. Derdor dema kul i wê kom bûne banî ekîba tenduristiyê kirine heya ekîp gihiştiye cihê bûyerê Hilal jiyana xwe ji dest daye. Ji aliyê Serdozgeyê Komarê yê Nigde yê ve girêdayî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin.


 (zt)