Li Qoserê ji bo Kobanê meşa meşaleyî hat kirin
12:06
Cotmeh
22
/ 2014
JINHA
MÊRDÎN - Li Qosera Mêrdînê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê meşa bi meşaleyî hat lidarxistin.
Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê tê meşandin şermezar bikin li taxên Koçhîsar û Bahçelîevler ên Qosera Mêrdînê meşa bi meşaleyî hat lidarxistin. Di meşê de ji bilî endam û rêveberên DBP, HDP, MEYA-DER û Dayikên Aştiyê gelek welatî tevli bûn. Di meşê de alên PKK û YPG'ê hatin rakirin û bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê" berz kirin. Girse li anav taxan geriyan û dawiyê dawî li çalakiyên xwe anîn
(zt)

