DÎAYDER tevli nobeta berxwedana sînor bû

12:31

JINHA


RIHA – Alimên endamên DÎAYDER’ê li diji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tevli nobeta sînor bûn û dê li sînor bazirganiya ol a DAIŞ’ê teşhîr bikin û pê pêwistiyên ol bi cih bînin. 

Meleyên Endamên Komeleya Alîkariya Alimên Ol (DÎAYDER) ên Şaxa Stenbolê ji bot evli nobeta berxwedanê ya li sînor li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin bibin hatin Pirsûsê. Endamên hatin li Şaredariya Pirsûsê li sar navên Îlhan Tan, Fevzî Bariş, Alî Demîr, Hasan Karahan, Tayyar Ustunç, Fahrî Dogan, Serokê DÎAYDER’ê ya Stenbolê Muhammed Şîmşek axivî û diyar kir ku endamen komeleyê dê 3 rojan dorveger tevli nobetê bibin. Muhammed bilêv kir ku ew berê jî hatine li vir lêkolîn pêk anîne û dê li hemberî bazirganên ol ji bo bibin parçeyeke nobeta berxwedanê hatine vir û wiha got: “Nobeta yekemîn wekî Şaxa Stenbolê me girt. Em ê li vir bi gelê xwe re bin û rûyê çeteyên ku ola mi dikin amûrê daxwazên xwe deşîfre bikin. Dîsa em ê ji bo şehîdên xwe li sînor wecîbeyên olî pêk bînin. Nimêjên înê em ê li sînor bi gelê xwe re bikin.”

(zt)