Selma Irmak: Li dijî DAIŞ'ê bi hev re şerkirina hêzên kurd girîng e

13:16

JINHA


RIHA  - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, diyar kir ku heke di rojên ewil de piştgirî daban Kobanê şer nedihate vê astê. Selma, ji bo nîqaşên pêşmerge biçin Kobanê jî wiha got: "Hêzên parastinê yên kurdan bi hev re şer kirin girîng e."

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata nobeta berxwedanê ya sînorê Kobanê û Pirsûsê ziyaret kirin û geşedan nirxandin. Selma û Ayla diyar kirin ku berxwedana Kobanê berdewam dike lê welatiyên sîvîl hêj di bin talukeya komkujiyê de ne. Siyasetmedarên kurd derbarê nîqaşên Pêşmerge derbasî Kobanê bibin jî gotin ku ew geşedan bi wateye û yekîtiya di qada leşkerî de pêk hatî divê di qada siyasî de jî pêk bê.

'Heke piştgirî roja ewil hatiba dayîn....'

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, diyar kir ku alîkariyên ji Kobanê re tên kirin watedar in û lê ev alîkarî dereng man. Selma, anî ziman ku statuya Kantonan bi awayeke fermî li Herêma Federal a Kurdistanê hate nasîn girîng e û wiha got: "Heke ewil ji Kobanê re alîkarî hatiban dayîn şer îro berdewam nedikir." Selma, da zanîn ku berxwedana Kobanê li çar aliyê cîhanê belav bû û wiha axivî: "Berxwedana Kobanê dê bi serkeftinê bi encama bibe. Li hemberî vê yekê tu gumana me tuneye. Bi vê berxwedanê jî ji bo nasîna statuya kurdan jî bê axivîn."

'Divê her cûre alîkarî berdewam bike'

Selma, bilêv kir ku alîkariyên ji Kobanê re tên kirin di encama berxwedana bêhema ya li Kobanê tê dayîn e û wiha pê de çû: "Hêj tu agahiyên pêşmerge hiştin Kobanê di destê me de tunene. Nîqaşên korîdor bê vekirin hêj berdewam dikin. Dê çawa biçin û ewlehiya wan dê çawa bê girtin. Lê hatina vê yekê ya rojevê jî girîng e. Hêzên parastina kurd bi hev re şer kirin girîng e. Heya îro perçe perçe bûn. Hev û dû şikandibûn. Lê îro yekîtiya kurdan pêş dikeve. Gelê me jî vê yekê dipejirîne. Lê nokteya balkêş heye. Ligel van hemûyan şer hêj berdewam dike. Divê bala gel bikşînin ser vê yêkê. Gefên komkujiyê yên li ser Kobanê hêj berdewam dikin. Divê fikirên 'Alîkariya çakan hate kirin, pêşmerge çû û Kobanê rizgarbû' neyê fikirîn. Heke ev yek pêk bê û alîkarî bên qutkirin wê demê dê Kobanê bikeveş. Divê her cure alîkarî bê dayîn."

'Hemû cîhan weke gurên birçî li dora kurdan in'

Selma, destnîşan kir ku divê hemû gelê kurd û dostên gelê kurd li xeta sînor a Pirsûs û Kobanê berxwedana xwe bi hêz bidomînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tirkiye li aliyekî dibêje alîkariyê dike li aliyê din nizane çi dike. Şevê din jî leşkeran bi bombeyên gazê êrîş kirin. Divê ev hemû ji gelê me re hişyarî bin. Hemû cîhan weke gorên birçî li dora kurdan kombûne û dixwazin êrîşê bikin. Divê gelê me vê yêkê wisa bizane. Êdî tiştê bikin nema ji ber wê alîkariyê dikin. Ji bo çavên me yên reş vê yekê nakin. Ji bo polîtîkayên xwe dikin. Hemû kes li benda Kobanê bikeve û perçe jê bikin bû. Dixwastin kurdan careke din ji xwe re bikin kole. Lê bi berxwedana Kobanê ve hemû vala hatin derxistin. Ev alîkarî jî bi saya vê berxwedanê pêk hatin."


'Divê sînor vala neyê hiştin'

Selma anî ziman ku berxwedana li ser sînor bi Kobanê re bûye yek û wiha berdewam kir: "Yê ku hişt dinya têkeve nava tevgerê berxwedaan li vir e. Divê gelê me vê berxwedanê biçûk nebîne. Sekna me ya li vir berxwedana Kobanê geş dike û dihêle ku bala dinyayê were ser Kobanê. Em ji vir careke din bang dikin ku divê saziyên me û gelê me ser sÎnaor vala nehêlin. Divê vaye alîşkarî hat û nekevin nava rehawetê. Heta ku DAIŞ ji Kobanê neyê paqijkirin ev xeterî dê bidome. Ji ber vê yekê divê her kes tevli berxwedana vir bibe."

'Li Kobanê hê jî şer didome'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku şerê ku hêj li nava bajar didome fikaran zêde dike û got ku hêj dorpêça li ser Kobanê didome. Ayla destnîşan kir ku DAIŞ bi piştgiriya hêzên navneteweyî hê jî êrîşên xwe didomîne û anî ziman ku bersiva vê yekê meşandina berxwedana bêhempa ye. Ayla bal kişand ser hewldanên Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ên li Hewlerê didomîne û ev tişt anî ziman: "Ya herî girîng bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em dibînin ku ev bangewazî tê bersivandin. Daxuyaniyên rexdayînê yên ji bo yekîtiya neteweyî tên dayîn û alîkariyên ku di aliyê leşkerî de tên kirin girîng in. Lê belê hê jî şer didome. Dîsa gelê Kobanê hê jî xwe di ewlehiya ku vegerin Kobanê de hîs nakin. Armanc ew e ku gelê Kobanê vegere ser warê xwe, dorpêç were şikandin û statuya kanonê were naskirin. Di encamê de têkoşîna ku hemû gel di nava rêveberiya demokratîk de xwe bi rê ve bibe tê dayîn bênavber didome û vê yekê bi hemû dewletên dinyayê bide qebûlkirine."

'Divê mijara korîdorê şênber bibe'

Ayla anî ziman ku divê hemû gelên li herçar parçeyên Kurdistanê dijîn di nava jiyaneke bi hev re bijîn û di her şert û mercî de bir biryara xwe bi hev re bidin û mekanîzmayek bê avakirin. Ayla da zanîn ku divê alîkariyên ji bo Kobanê şênbertir bibin û wiha pêde çû: "Divê êdî di aliyê vekirina korîdorê de gavên şênber bavêje. Li Bakur bi salan pêşmerge têkoşîna rûmetê meşandin, ev yek wê li ser piyan hişt û çanda berxwedanê pêş xist. Niha korîdora ku bê vekirin û têkoşîna YPG/YPJ'ê û pêşmergeyan a bi hev re kelecanek derxistiye holê. Ev yek li Şengal û Mexmûrê ketibû pratîkê. Wê demê jî me bangewwazî kiribû. Geşedanên ku ev hefteyeke li Hewlêrê pêş dikevin divê bên bihêzkirin. Em ji hin çavkaniyan hîn dibin ku hêj pêşmerge derbas nebûne. Em di wê baweriyê de ne ku yekîtiya hêza kurdan a herçar parçeyên Kurdistanê dibê ku ji şaitiya sedsalan vegerin.

(zt)