Derbarê Zubeyde Zumrut de lêpirsîna 'Mor şikandinê'

14:57

JINHA


AMED - Derbarê Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut de ji ber mora Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemangar jê kir lêpirsîn hate vekirin.

Piştî gel mora li deriyê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku li navçeya Rezan a Amedê ji bo perwerdehiya kurdî bide hate vekirin xist jêhate kirin lêpirsîn hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut de li gorî madeya 203'an a TCK'ê bi îdîaya "Mora ji aliyê zagon û an jî meqamên bi paya ji bo tiştek bê veşartin û anî ji wekî berê bê parstin hatî lêxistin jêkirin û li hemberî armanca pêk hatî heqaret kir" lêpirsîn da destpêkirin. Zubeyde piştî teblîgata dozgeriyê çû Midûriyeta Polîsan a Amedê. Piştî îfadeyan Zubeyde ji midûriyeta polîsan veqetiya.

(zt)