Sembola tekoşîna jinan: Bêrîtan (DOSYA 1)
08:56
Sevcan Atak/JINHA
İZMİR – Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di temenê xwe yê 20 saliyê de weke xwendekarek ya zanîngehê beşdarî nava refên PKK’ê bû. Di 25’ê cotmeha sala 1992’an de di şerekê de li herêma başurê Kurdistanê xwe di zinar de avêt û jiyana xwe ji dest da. Bêrîtan bi helwestên xwe yên bi cesur bû sembola tekoşîn û azadiya jinên kurd. Aynur Epli ya ku Bêrîtan naskiriye, bi wê re hevaltî kiriye û ev 20 salin di girtîgehê de û herî dawî li Girtîgeha Şakranê dimîne qala tayîbetiyên Bêrîtanê yên weke azdîxwaz, reng û giyana jinê dayîna jiyan kir.
Ji fermandarên despêkê yên tenvegera jinên kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ya ku bûye sembola berxwedan û azdiya jinên kurd di şerekê de ji bo ku nekeve destê pêşmergeyan xwe di çiya de avêt û jiyana xwe ji dest da. Di ser çalakiya Bêrîtan re 22 sal derbasbû. Di şerek yê li herêma başurê Kurdistanê derket de pêşmergeran dora wê girtibû û ji bo wê digotin: “Were teslîm bibe em tuştekê l ite nakin.” Bêrîtan jî wiha bersiva wan dida: “We hevkariya dijmin kiriye û hun êrîşî şoreşa kul i bakurê Kurdistanê derketiye dikin. Hun xayînin ez teslîmî we nabim.” Bêrîtan bi şîara “Şer dike azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê heskirin.” Giyana jinê vegerand azadiyê.
Aynur Epli ya k udi sala 1991’ê de Bêrîtan nas kirî, ev 20 salin di girtîgehê de dimîne û niha li Girtîgeha Şakranê dimîne bersiv da pirsên rojnamegera girtî Sevcan Atak.
Cara yekê hun û Bêrîtan li kuderê rastî hev hatin?
Di sala 1991’an de min wê li Xakurkê dît. Di wê demê de ji her aliyî tayîbetî jî xwendekarên zanîngehê gelek beşdarî nava refan dibûn. Wê salê koma ku Bêrîtan di navdebû ji herêma Çukurova beşdarî nava refan bûn. Li Xakurkê herêma ku em lê diman kampa perwerdê hebû. Ji ber wê jî ji bo perwerdê ji her deverê heval dihatin wê herêmê. Li gel ku Bêrîtan nû bû jî din ava koma ku hatî de ew fermandara mangê bû.
Dema ku hatin wan di rê de zorê kêşabûn ji ber jiyana çiyan ji bo wan zor hatibû. Din ava wan de li gel ku Bêrîtan nû bû jî lê diyar bû weke wê zorî jiyan ne kiriye wiha mi moral û ser xwe bû. Her kesê qala westana xwe ya di rê de dikirin. Bêrîtan jî got: “Heval şer zoriye” bi van gotinên xwe her kes dida kenandin.
Despêkê şopên çawan bi were çêkir?
Weke ku bi salan bû wê li çiyan jiyan dikir rehet û bi her kesê re din ava dan û sitandinan debû, ya herî giring jî bi cesaretbû. Ew xwediyê lêgerînek lez dema ku digihişt herêmekê hema bil ez hevalên dora xwe nas dikir û lig ora her hevalekê dizanî çawan tevbigere û çawan nêzî wan bibe. Xwe dixist dilê hemû hevalan. Ji bo naskirina wê û pêre tekoşîn kirinê pêdivî pênebû bi salan pêre bimînê hema her tuşt bil ez pêkdianî. Xala wê ya herî balkêş zu têgihiştina hevalên xwe û di şertên herî zor de jî bo moral û ser xwebû. Ji ber wê jî ji bo peyîwirên herî zor jî hevalan hema dixwestin li gel heval Bêrîtan biçin. Ji ber dizanîn dem ali gel Bêrîtanê biçin dê hemû zorî û zehmetî vegerin xweşikbûnê. Di jiyanê de xwediyê taybetiyên ya rast zu dîtin, zu şaşî dîtin û rexnekirinbû.
‘Li hemberî xwezayê bi heskirinbû’
Li hemberî xwezayê bi heskirinbû. Her zindiyên di xwezayê de weke parçeyek ji xwe hîs dikir. Ji bo xweşikbûna xwezayê tuştên herî xweşik digot. Wê bawerdikir ku ji bo gerillayekê hesasyeta herî mezin parastina xwezayêye. Carekê hevalek nexweşdibe û li mangê dimîne. Bêrîtan diçe wê hevalê digire dibe nava xwezayê bi wê dide hîskirin ku ji bo başbûna mirov xweza xwediyê giringiyek mezine. Wê demê dibêje: “Bi êrbaza dayîkên xudawend yên Neolitikê xwe berdê nava xwezayê ji xwe hemû nexweşî j ite dur dikevin. Ji ber dar, ber, çuk û kulîlik hemû nexweşiyên mirovan dikişînin û enerjiya pozîtîf dide wan.”
‘Bi cesaretek mezin ser şaşiyan de diçu’
Du hevalên ji Rojava Şehîd Xalîd û Şehîd Pîro wê demê perwerde didan me. Bêrîtan dip irsî, pirsyarker û dema ku bersiva pirsên xwe nedîtana heval didan zorê û carnan jî dibû mijara henegan jî. Şêweyek wê yê her tuşt bi mereq nêbûyînê hebû. Mînak hinekan pirs dipirsîn nirxandin dikirin lê hinek ji berkirin nêzî pirsgirêkan dibûn. Lê heval Bêrîtan ne wihabû. Ji tuştên herî biçuk jî nirxandinên wê dikir bi mirovan kurahiya wê dida hîskirin. Din ava lêverek ya wan lêgerînan di jiyan û pratîkê de kirina yek debû. Bi tayîbetî jî lêgerîna wê ya ser Rêbertiyê gelek zêdebû. Gelek j ime bi tevlîbûnek hestiyarî tevlîbûyîbûn û wiha berdewam dikir. Lê heval Bêrîtan di her firsatê de dahurînên Rêbertiyê dixwend, ser hurkolîn dikir û hewil dida hînbibe. Wê şaşî ne di pejirand bi cesaret ser şaşiyan de diçu.
‘Wê gelek ji dîlanê hez dikir’
Hevalek gelek dilgeş û henekcîbû. Carnan mijarên pêkenînê digot û her kes di kenand û carnan jî ser mijarên felsefê û gotinên fîlezofan kurdibû. Wê gelek ji dîlanê hes dikir, di her firsetê de govend digeran. Carnan dema diçu peyîwirê jî di rê de bi fîgurên dîlanê diçu.
Tu dikarê hinek qala şert û mercên wê demê bikê?
Wê demê şer gelek giranbû. Wê demê em li herêma Geliyê Azadiyê yê diket Çiyayê Karkeran yê Xakurkêbûn. Ew dever cihê kampa perwerdêbû. Ji ber wê jî her dem ji deverên cuda komên hevalan dihatin wê. Ji ber wê jî dewletê wê deverê hedef girt û êrîşî wê kirin. Ji gundên derdor despêkirin û ber b ime ve hatin. Bi balafirên şer êrîşî gundên derdorê kirin, gundî jî neçar man gundê xwe berdan û derketin çiyan. Dixwestin bi wan êrîşan me lewaz bixin. Dema ku ji wê êrîşê necam negirt vêcarê jî bi hewayî û bejayî êrîş kirin. Ji ber piraniya me em nû bûn û carayekem bû em rastî êrîşek wiha giran tên me nedizanî em çawan xwe biparêzin û çî bikin. Gelek j ime heta balefirên şer carayekê bû didîtin. Ji ber wê jî di êrîşa despêkê de me gelek hevalên xwe wendakir. Di wê pêvajoya ku êrîş gelek dijwarbû me gelek hevalên xwe wendakir moralê me gelek xirabû.
Li wê nêzîkatiyên Bêrîtan çawanbû?
Wê demê heval Bêrîtan di çapemeniyê de dixebitî. Heval Bêrîtan wê demê hem di çapemeniyê de hewil dida hemû hevalên Şehîd bide nasîn û ser wan nivîsan binivîse û li haliyê dinê jî li gel hevalan yek yek di peyîvî û moral dida wan. Bi van nêzîkatiyên xwe moral û cesaret dida hevalan. Bi rastî jî tirs çiye wê ne dizanî. Di herê êrîşê de ji aliyekê xwe li aliyê dinê dixist û moral dida hevalan. Beşa çapemeniyê hinek di paşdebû. Lê we heya çepeyê pêş dihat û ser hemû hevalan digeriya. Dema ku hevalan jêre digot vegere beşa xwe we hêrs dibû û digot: “Divê ez ji hemû kêliyên şer re şahidiyê bikim ku bikarim hem berxwedana hevalan û hem hevalan hîsbikim û ser wan binivîsim.”
‘Gelo ez şehîd bikevim dê li peyî min çî bêjin’
Rojekê hinek êrîş kêmbûyîbû ez û hinek heval em çun kampa wan. Wê xwest ez hevalek ya li wê şehîd ketî bi navê Berfîn bidim nasîn û qala wê bikim. Dema kum in qala heval Berfînkir paşê l imin vegeriya got: “Gelo rojekê ez şehîd bibim dê heval li peyî min çî bêjin ez mereq dikim.” Wê demê dilê min êşand û min got: “Tuştên wiha nebêje.” Wê jî l imin vegeran û got: “Bi rastî ez mereq dikim.”
‘Wê bi xwe dîroka xwe nivîsand’
Di her bûranînek wê de ez vê gotinê dibêjim. Bêrîtan bi sekna xwe ya cesaret weke jinek qehreman ji xwe xwe aniye ziman. Ji xwe wê bi xwe dîroka xwe nivîsandiye. Hem jî xwe di binhişiya bi hezaran mirovan de daye nivîsandin.
Cardin di rojek ya balefirên şer gelek ser me digeriyan me xwe din ava daristanê de dirêjkiribû cardin got: “Dengê balefiran ji bom in weke dengê nînî tê ez dixwazim li ber razim.” Em hemû ji kenan mirin. Di wan kêliyan de jî cudabûna xwe dida diyar kirin. Gelek j ime nû bûn û ji dengê balefiran nav hev de diçun, lê wê weke dengê nîniyê ji bo xwe di hesiband.
Di wê pêvajoyê de hîna rêxistina jinan baş pêşneketibû. Wêdemê aliyên kevneperest yên mêrên bi were tevlî tekoşînê bûyîn jî derdiketin. Nêzîkariya Bêrîtan li hemberî wan çawanbû? Lêgerîna wê ya zayendî di kîjan aliyan debû?
Ew bi xwe ji xwe gelek mirovek xwezayîbû û jiyan bi qaliban ne di fetisand. Dixwest weke jinek kurd her demê dixwet nêzîkatiyên kurdekê çawane di şer de bide jiyan kirin. Her demê di diyalogên me wiha digot: “Bi tekoşîna xwe û şerê xwe di heman demê de em li hemberî hişmendiya mêran ya 5 hezar salan şer dikin.” Her dem li hemberî nêzîkatiyên fewdal xwedî helwestbû. Wê demê pir rojnivîsk û helbest ne dihatin nivîsîn. Kesên weke Bêrîtan yên di her firsatê de rojnivîsk di nivîsî weke kesên birjiwa dihatin dîtin. Weke gotina Emma Goldman ya dibêje: “Şoreşa ku ez têde dans nekim, ew nabe şoreşa min.” Bêrîtan jî digot: “Heger ez di şoreşê de helbestan ne nivîsînim, rehet dans nekim, ne kenim û xwe baş têde îfade nekim wêdemê ezê çawan bêjim ev şoreş şoreşa mine.”
‘Ez hewil didim qaliban hilweşînim’
Bêrîtan her hevala jin ya didît teqez girêdayî mijara hişmendiya zayendî di peyîvî. Ji bo jin bi rehetî xwe bîne ziman çî ji destê wê dihat dikir. Wê demê Ferhat (Osman Ocalan) li wê herêmê bi fewdalî nêz dibû û dixwest hinek deshilatiya xwe ser hevalan bide meşandin. Heta dixwest em serê xwe bigirin û porê me ne xweyê. Gelek j ime weke û ev pîvanên rêxistinêne nêzdibûn û me dengê xwe dernedixist. Lê Bêrîtan got: “Erê divê pîvanên civakê li ber çavan bên girtin. Lê heger em weke jinên civakê yên hatî perçiqandin jiyan bikin wê demê çî wateya beşdarbûna me ya nava şoreşê heye.”
‘Li hemberî xeta tesfiyeyê xeta tekoşînê bingeh digirt’
Di serê jinan de çêkirina mijarên lêpirsînê ji aliyê mêrên weke Ferhat ve nedihat pejirandin. Ji bo hilweşandina nêzîkatiyên deshilatiyê û parastina xeta berxwedanê çî ji destê wê dihat dikir û bi van helwestên xwe weke kesayetek pêşeng û ji bo pêşerojê xwedî ked dihat dîtin. Di şer de bandora mêran ser gelek j ime hebû. Lê Bêrîtan digot ev helwest ne helwestên parastina xeta jina azade û digot: “Divê jin bi reng û giyana cewherê xwe hebe.” Ji bo parastin û bilindkirina hemcinsê xwe mînaka herî berçavbû.
Ji ber wê jî di tekoşîna jinan de yek ji mînakên li hemberî tasfekaran tekoşîn kiriye. Hîna wê demê li hemberî Ferhat û mêrên kevneperest tekoşîn dikir û giyana jina serhildêr ya niha çavkaniya xwe ji wê digire.
‘Jin weke parçeyek ya herî nêzî xwezayê didît’
Bêrîtan senteza zekayê analîtîk û hestiyarîbû û digot: “Divê cewherê civakê bi pêşengiya jinan bi şertên roja îroyîn ji nû ve bê avakirin.” Jin weke parçeyê xwezayê yê herî nêz didît. Carekê em bi hev re li heman mangayê diman di bin mangê de jî gelek dupişk hemûn û wan dupişkan em hemû dixistin nava metirsiyê. Bêrîtan anî ziman ku divê mirov bi hîsên dayîka xudawend tevibigere û wiha domand: “Di xwezayê de tu zindî bi zerar nîne. Her yek din ava dengeyekê dene. Yak ku wan weke zirar dibîne hişê mirovane. Heger mirov tevlî ajalan nebe ajal jî tevlî mirovan nabe.” Bi rastî jî dupişk hatin lê b ime de nedidan.
Herî dawî we kengê dît û çawan jiyana xwe ji dest da?
Di havîna sala 1992’an de ew çun herêmek cuda. Li wê çalakiya Rubarokê ya ku navê wê gelek di tekoşîna me de derbas bûye çêbû. Di wê çalakyê de heval Bêrîtan rolek qehremaniyê lîst û ji ruyê xwe birîndar bû. Paşê Bêrîtan û Hasanê Turk bi gelek hevalan ve hatin cihê meyê nû. Ew û hevalên dinê derbazî aliyê Lolanê bûn. Ez jî bi gurubek heval ve em li girê Şekîfebûn. Heval Hasan hat gel m emin heval Bêrîtan pirsî wî diyar kir ku ji ruyê xwe birîndar bûye û çu kampa xwarê. Di sala 92’an de jî bi hevkariya PDK, YNK û Tirkan şerek giran despêkir. Ji her aliyî de çember girtibûn, bê navber êrîşan berdewam dikirin. Me jî bi hemû hêza xwe li ber xwe didan.
‘Ji ber min nedît dilê min gelek şewitî’
Bêrîtan ya kul i gel birîndariya xwe jî ne disekinî hevala mîna wê çelenk û qet nedizanî raweste Rukena Tirk hebû herdu bi hevre li çeperan digeriyan. Di wê demê de beriya roja agirbestê bi çend saetan Bêrîtan şehîd ket. Dema ku xebera şihadeta wê gihişt me hem hemû gelek bandorbûn. Piştî çalakiya Robarukê ji ber êdî min nedît hindirê min gelek şewitî.
Dema jiyana xwe ji dest da bandorek çawan kir?
Di dema şer de pêşmerge nêzî me bûyîbûn û ji pêşber em didîtin ji bom e gotinên weke “teslîm bibin” û “hun jinin werin bi mal û zarokan mijulbibin” digotin. Ji xwe guleyên heval Bêrîtan diqede pêşmergeyê nêzî wê jêre digot: “Were teslîm bibe ezê ji bot e mal çêkim.” Bêrîtan helwesta wan ya hov ne pejirand û şehîd ket. Me di kesayeta wê de hêza jinê û jina azad ya nû dît. Li wê mêrê kurd yê bi dijmin re hevkar û fewdal jî hat dîtin. Gelek pêşmergeyên xwe mezin û bi hêz hesab dikirin ji ber çalakiya heval Bêrîtan êdî dest ji çekan berdan pêşmergetî nekirin.
Bêrîtan ji bom e jinan jî bû nasnameya jina azad ya şînber. Me dît jina tekoşer dikare bigihe asta azadiyê, heqîqet û eşqa rast. Îro li çar aliyê Kurdistanê bi hezaran Bêrîtan bi giyan û biryarbûna rastiya Bêrîtanê di çeperan de pêşengiyê dikin û tekoşînê mezin dikin. Bi vê bûneyê di kesayeta Bêrîtanê de ez hemû jinên şoreşger yên di oxira şoreşê û jiyana azad de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim.
(zt)

