Jin weke aştiyê di korîdora jiyanê de jî bi israrin

09:10

JINHA


STENBOL - Li Stenbolê komele û saziyên jinan bi dirûşma "Ji bo korîdora jiyanê ji Taksîmê heta Kobanê dest bidin hev" meşiyan.

Komela Jinan a Gokkuşagi, Ji bo Aştiye Pengava Jinê, DOKH, Jinên HDP û HDK û gelek komel û saziyên din ên jinan bi dirûşma "Ji bo korîdora jiyanê ji Taksîmê heta Kobanê dest bidin hev" meşêke girsiyi li dar xistin. Jinan destê hev girtin û ji Tunela Beyogluya Stenbolê bi pankarta "Em ji bo aştiyê bê şart û merc û ji bo koridara jiyanê ya bi baweriyê ısrar dikin" heta qada Galatasarayê meşiyan. Di meşê de diruşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Ne ji DAİŞ'ê re ji Kobanê re koridor veke" û "Ji Kobanê re koridora jiyanê veke" hatin berzkirin. Di meşê de dovîzên "Li Kobanê û hemû deran jin berxwedidin" û "Korîdorê veke Tirkiye" hatin hilgirtin. Piştî meşê li Qada Galatasarayê jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Endama DOKH'ê Xunav Altun daxuyanî xwend.

'Em di korîdorê de israr dikin'

Xunav, diyar kir ku wan gelek caran bang li hikûmeta AKP'ê kiriye careke din bang lê dikin ku korîdora jiyanê ji Kobanê re were vekirin. Xunav, anî ziman ku ew dê di vekirina korîdorê de bi israr bin û wiha got: "Em weke jin çawa ku di aştiyê de israr dikin, emê di koridorê de jî israr bikin."


(zt)