'Divê lezgîn ambulans, bijîşk û ekîbên tenduristiyê bên şandina sînor'

10:03

Mizgin Tabu/JINHA


STENBOL – Sekretera Jinan ya Şaxa SES’ê ya Anadoluyê ya Stenbolê Gamze Karaoglan Ji bo rewşa tenduristiyê ya Kobanê û birîndarên li herêmê ambolans bil ez bên şandina ser sînorê Kobanê Pirsusê banga lezgîn kir û got: “Divê bil ez ambulans, bijîşk û ekîbên tenduristiyê bên şandina ser sînor.”


 Ji ber berdewam kirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê li sînorê Pirsusê ekîbên tenduristiyê yên dilxwaz dixebitin û li birîndarên ji aliyê Kobanê tên dinêrin. Ji ber kêmaniya ambulansan gelek birîndarên ji aliyê Kobanê tên ji ber wendakirina xwînê jiyana xwe ji dest didin. ekretera Jinan ya Şaxa SES’ê ya Anadoluyê ya Stenbolê Gamze Karaoglan ji bo birîndar zu bên dermankirin banga lezgîn ya ji bo şandina ambulansan kir. Gamze da zanîn ku dê bi heyetekê re biçin Kobanê û li wê nexweşxaneyên heyî cardin bêxin jiyanê û wiha got: “Li gel wê jî me dest bi avakirina nexweşxaneyek nû kiriye. Lê mixabin em niha neçar mane van her du nexweşxaneyan jî bigirin.”


‘Bi xebatkarên dilxwaz kar tê kirin’


Gamze rewşa nexweşxaneyên Kobanê wiha anî ziman: “Li Kobanê nexweşxane weke revîr tên xebitandin. Li gorî tê xwestin derfet li wê nîne. Ev revîr ji du bînayên yek qay pêktê. Di rêvîrê de yek cerah deh hekîm û deh personelên tenduristiyê hene. Ji ber şertên li wê tenê dikare di asta îlkyardim an go lezgîn de bê xebitandin. Piştî mudaxeleya destêpê birîndar bi ambulansan tên şandina Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê û nexweşxaneyên dinê yên herêmê.” Gamze bilêv kir ku bijîşkên ser sînor gelek baş di xebitin. Gamze destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên sereke yên li Kobanê tên jiyîn jî kêmaniya pêdiviyên tenduristiyê û dermanane û wiha domand: “Dermanên ji Rojava tê gelek başin û divê berdewam bê. Ji bo wê jî me her dem lîte da raya giştî. Me weke karmendên tenduristiyê koordunekirina vî karî girtiye destê xwe. Me li Pirsusê koordunasyonek avakiriye. Din ava ekipa me ya ji endamên SES û TTB yê pêktê xebatkarên dilxwaz hene.”


‘Divê lezgîn ambulans bên şandina sînor’


Gamze balkişand ser şandina personelên tenduristiyê û cerahan ya ser sînor û wiha berdewam kir: “Dema ku em li wê dixebitîn tenê 2 ambulans hebûn. Niha her 2 ambulansan jî zirar dîtine. Li herêmê ambulans nîne. Birîndarên Kobanê bi wesayîtên sivîlan tên şandina sînor. Ji bo bi lezgîn û baş mudaxeleya birîndaran bê kirin divê ambulans bên şandina ser sînor. Dikare sazî yan jî kesên diyar jî ambulansan bigirin û bişînin sînor. Divê dewlet rêya vê veke û bil ez ambulans bên şandin.”


‘Dê Kobanê heya dawiyê li ber xwe bide’


Gamze di dawiyê de derbirî ku heya dawiyê dê Kobanê li ber xwe bide û wiha dom kir: “Ez bawerdikim ku dê Kobanê nekeve. Dibe ku piştî çend mehan em li vêderê bi peyîvin. Dê ew axaftina me di derbarê wê çawan ji nû ve nexweşxaneyên Kobanê bên çêkirin debe.”


(zt)