Runiştina doza Parêzera Nasrîn Sotoudeh di dome
12:43
JINHA
TAHRAN- Parazvana mafê mirovaya ya Îranî Nasrîn Sotoudeh, bi biryara dadgehê Îranê 3'ê salan cezayê qedexe kirina karê wê yê parêzeriyê hat dayîn. Ji bû wê biryarê îro li paytexta Îranê Tahranê çalakiya protestoyî pêkhat.
Li Tahranê ber avahiya Bîroya Îranê ku ji roja sêşemê ve çalakî didome. Nesrîn da diyar kirin ku , ew biryarê dadgehê paqij nabîne. Nasrîn li ser daxweza girtigeha Evîn, Dadgeha Tahranê ceza daye wê, lê Nasrîn vê biryarê napejrîne û daxûya kirin ku ev biryar ji bo parêzer dijî vê mijarê bimînin ew biryar daye. Nasrîn Sotoudeh,di sala 2011'de bi hinceta çalakiya tehdît kirin ewlekari û propagandeya li dijî rejîma Îranê ew 6 salan cezayê girtigehê xaribû. Li ser hewildana mafên navnetewî piştî 3'ê salan Nasrîn,serbest hate berdan. Li serê meha cotmehê bi tevî 14'e rewşenbîran ku pêşengtiya çalakiya dû roj a birçîbûnê ya piştgiriyê gelê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê kiribû.
Ji bo parastinê mafê mirovan û tekoşîn û azad hizrê xwe parkirin di sala 2012'an de Nesrîn hêjayî xelata Sacharov ya ji hêla Yekîtiya Awrupayê ve tê dayîn hat dîtin. Lê ji ber ku Nasrîn di girtîgehêdabû nekarî xelata xwe bigre.
(rt/zt)

