‘Pêvajoya aştiyê dê bi hewldana jinê pêş bikeve’
12:22
JINHA
ENQERE - Parlamenter Pervin Buldan û Endama Meclisa Partiya BDP’ê Cîhan Sîncar, tevli Konferansa Aştî û Demokrasiyê bûn û bal kişan ser girîngiya konferansê û destnîşan kirin ku pêvajoya aştiyê dê bi hewldana jinan pêş bikeve.
Konferansa Aştî û Demokrasiyê li Otela Surmelî bi tevlibûna nêzî 500 delegeyan pêk hat. Konferansa ku bangawazên wê Yaşar Kemal, Tarik Ziya Ekincî, Vedat Turkalî, Orhan Pamuk, Murathan Mungan, Rakel Dink, Prof. Dr. Yakin Erturk, Prof. Dr. Îoanna Kuçuradi, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û Arif Sag e, akademisyen, siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, sendîkavan û gelek kesên din amade bûn. Şaredera berê ya Qoserê û endama Partiya Meclîsa BDP’ê Cîhan Sîncar û Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan, di axaftinên xwe de bal kişand ser girîngiya konferansê û da zanîn ku parvekirina fikr û ramanan girîng e.
‘Dê pergala aştiyê avabikin’
Cîhan Sîncar, diyar kir ku Konferansa Aştî û Demokrasiyê parçeyeke projeyê ye. Cîhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Konferans li hevhatina kesên bi rûmet in. Bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ev konferans hat lidarxistin. Alevî, ermenî, kurd, tirk û gelek derdor tevli konferansê bûn û xwedî li pêvajoya aştiyê derketin. Dê pergala aştiyê avabikin.”
Cîhan, di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona jinê û da zanîn ku: “Divê jin bêtir xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin. Ji ber ku herî zêde jin ji ber şer mexdûr dibin. Xizmên xwe winda dikin û dibin qurbana şer.”
‘Divê dewlet û hikûmet konferansê baş fêm bike’
Parlamenter Pervin Buldan, daxuyand ku konferansa ku li Enqerê hatî lidarxistin girîng e û wiha got: “Li paytexta Tirkiyeyê Enqerê her tim biryarên girîng tê dayîn. Biryarên şer li vir tê dayîn. Cih û warê hikûmet û serdestiyê ye. Konferansa ku hatî lidarxistin girîng e û gelek kes tevli bûn. Her kesek gotinekî wê hene. Divê dewlet û hikûmet vê konferansa ku hatî lidarxistin baş fêm bike û binîrxine.”
Şer, aştî û jin…
Pervîn, destnîşan kir ku ji bo aştiyê herî zêde jin tevdigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rol û mîsyona jinê di şer û aştiyê de gelek girîng e. Di şeran de jin bedana xwe didin ber top û tifengan. Di şeran de zarokên xwe winda dikin. Ji ber vê sedemê jî jin li dijî şer her tim rola xwe tîne ziman. Heke jin di pêvajoya aştiyê de ne be ev pêvajo dê têk biçe.”
(fk /eg/la)

