Sembola tekoşîna jinan: Bêrîtan (DOSYA 2)
08:34
Sevcan Atak/JINHA
İZMİR – Aygul Kapçak ya ku 45 rojan di heman herêmê de bi Gulnaz Karataş (Bêrîtan) re jiyan kirî wan rojan wiha tîne ziman: “Li gorî wê divê jinan kevneşopî derbaskiribana netewî bibûna û şer bikirana. Ji bo wê nîşeyeyên wiha ketine rojnivîskên dîrokî. ‘Ya şer bike azad dibe, azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê heskirin.’”
Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li dijî hişmendiya mêrên paşveru û fewdal xeta tekoşînê diparast. Xeta Bêrîtan di salvegera 22’emîn de bi hezaran Bêrîtanan berdewam dike. Aygul Kapçak ya di sala 1992’an de li başurê Krudistanê 45 rojan di heman çeperê de li gel Bêrîtan jiyan kirî û niha girtiye li Girtîgeha Şakranê dimîne bîranînên xwe yên wan rojan bi rojnamegera girtî Sevcan Atak re par kir.
‘Li cêhê birîndarbûyî jî rabû ji bo ewlehiyê heval digihand’
Aygul ya k udi sala 1992’an de li herêma Xakurkê ya başurê Kurdistanê hevdu dîtî di derbarê çavdêriyên xwe yên wê demê dema Bêrîtan dîtî de wiha dibêje: “Dema ku ez rastî wê hatim weke ku berê me hev dîtiye û hev nas kiriye em nêzî hev bûn. Hemû jinên ku wê nas dikirin hemûyan bi heskirin û hesret qala wê dikirin. Ji xwe di şerê Robarokê de qehremaniya ku wê kiribû pir dihat qalkirin.” Aygul diyar kir k udi wî şerî de Bêrîtan ji ruyê xwe birîndar bûyîbû û wiha got: “Di wî şerî de ji ruyê xwe birîndarbû. Ruyê wê hemû din ava xwînê debû. Ew jî hevala veqetiyebû. Hevalan jî we dizanî ew şehîd bûye, paşde vegeriyan. Dema ku ev agahî gihişt kampê hemû heval gelek xemgînbûn. Lê dema ku heval Bêrîtan bi ser xwe ve hat bi hişmendiya xwe ya rêzanînê xwe gihand hevalan. Dema ku hevalan dît ew şehîd neketiye gelek kêfxweşbûn.
‘Bi hatina Bêrîtan re hevalan dîlan gerand’
Wan rojan ez nû çuyîbûm kampê, ez şervanan nû bûm. Wê demê hevalên jin yên li kampê agahiya hatina Bêrîtanê bihîstin. Bi kelecan her kes li benda hatina wêbû. Dema ku ew gihişt kampê şahî hat kirin û heya êvarê hevalan dîlan gerandin. Dema kum in nû ew dît porê wê kinbû. Ji ber rojê hinek esmer bûyîbû. Ruyê wê birîndarbû û hemû pansumankirîbû. Xwediyê seknek bi tevger, kelecan, bi moral û cesaret bû. Wê jî dema heval dîtin gelek kêfxweşbû. Bi me şervanên nû re jî mijul bû. Hefteyekê li kampê ji bo wê moral hebû.
‘Em 45 rojan bi hev re man’
Şerê başur yê 92’ê despêkir. PDK û YNK’ê bi tirkan re hevkarî kirin û êrîşî me kirin. Li hemû herêman şer despêkir. Li herêma Xakurkê jî şer despêkir. Piştî perwerdeya 15 rojan em jî ji şer re amadebûn. Sazumaniya me hat çêkirin. Min di guruba heval Bêrîtan de cîh girt. Em 20 kes gurubek tevlîhev ber bi Lelikan ve ketin rê. Me dê ew xet girtibana û emê di çeperan de bi cîh bibana.
Di şerê başur de em 45 rojan bi hev re man. Di wê çend pêvajoyê de bi qasî temenekê ceribandin û tecrube b ime re par kir. Bi roj em di çeperan debû, bi şev jî em dihatin bahev, me bi hev re xwarin dixwar û nûçe guhdar dikir. Xwarina me ya êvarê parçeyek nan û hinek cergubezbû. Heval Bêrîtan ji bom e qala qerekterê şerê 92’an û deskeftiyên kurdan û PKK’ê dikir.
‘Kurd tenê bi tekoşînê dikarin bijîn’
Herî zêde jî tehlîla hevkariya PDK, YNK, Tirkan û hêzên emperyal dikir. Ev mijar bi dîrokî digirt dest û bi îxaneta Herpagos ve girê dida. Her wiha qala serhilsanên kurdan yên çaxên 16 û 17’an û îxaneta wan ya navxweyî dikir û wiha digot: “Ev şer di aliyê kurdan de dawiya hevkariya dijminan û dawiya îxaneta navxwiye. PDK û YNK ya ji vî şerî girtî dê carekedinê şerê navxweyî nekin. Dê êdî tirk û hêzên emperyal jî nikarin kurdan li hemberî kurdan bidin şer kirin. Hevkarî û îxanet hati binaxkirin.” Bi mere nîqaş dikir û j ime pirs dipirsî. Wê di her firsendê de ji mere dida diyar kirin ku heya guleya dawiyê şer kirin û wê kes çeperên xwe bernedin û digot: “Tenê bi tekoşînê kurd dikarin bijîn.”
‘Emê kevneşopiyên jinan derbaskin û netewî bibin’
Ji mijarên herî zêde qaldikir jî yek jê mijara azadiya jinan bû. Ji ber di metrepolan de mezin bûyîbû hatibû bişaftin. Di piratîkê de li gel hevalên Botanî û Mêrdînî hînî kurdî bûyîbû. Ji bo vegera li cewher bi daxwaz û bi hêzbû. Li gel fîzîka xwe ya kêm jî ji tu karên pratîkê xwe kêm nedihêla. Bilez hînî kurdî dibû ev helwestên wê dihêla hemû heval ji wêre rêz bigirin. Lig ora wê divê jin kevneşopiyên heyî derbaskin û netewî bibin. Ji bo wê di dîrokê de nîşeyên wiha ketine rojnivîskan “Şer bike azad bibe, azad bibe xwe xweşik bibe, xweşik bibi were heskirin.”
‘Jinên şer dikin di rêya Bêrîtan de dimeşin’
Wê heya nefesa xwe ya dawiyê jî ji berxwedanê gav paşde neda. Bi derdora xwe jî dida zanîn ku ji dervayî berxwedanê tu rêyên me yên dinê nîne û wiha digot: “Em tenê bi şerkirinê, berxwedanê dikarin li axa xwe niştecîh bibin û azad bibin.” Bi van gotinên xwe ew bû jina milîtan ya xwediyê giyana Apociyê. Em li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Jinên li berxwedidin û şer dikin îro di şopa Bêrîtanê de dimeşin û tekoşînê mezin dikin.”
QEDIYA…
(zt)

