Sanem Deniz Kural: Dayîna cezayê giran encamê tekoşîna meye

08:38

Handan Tufan/JINHA


İZMİR – Endama Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ya Îzmîrê Sanem Deniz Kural diyar kir k udi dozên qetilkirina jinan yên demên dawî de cezayê giran dayîna qatîlan encama tekoşîna jinane û got: “Ji ber wê jî 5 talebên me yên lezgîn hene. Heger ev 5 taleb bên cîh em di wê baweriyê dene ku dê cînayetên jinan bên rawestandin.”


Li Tirkiyê her roja diçe qirkirinên jinan zêde dibin û her roja diçe cînayetek dinê ya jinan tê zêdekirin. Li hemberî qirkirinan tekoşîna jinan encam digire. Di doza 4 jinên bi navê Gulşah Kurban, Sevim Gundogdu, Yesemîn Varici û Ferdane Çol yên di dîrokên cida de hatîn qetilkirin yên di meha îlonê de hatîn dîtin cezayê giran hat dayîna qatîlên jinan. Di her 4 dozan de cezayê muebetê hat dayîn û li gel daxwaza malbatên wan jî cezayê wan nehat kêm kirin. Girêdayî cezayê hatî dayîn Endama Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ya Îzmîrê Sanem Deniz Kural nirxandin kir.


‘Qatîlan bi her awayî rê ceribandin’


Sanem balkişand ser di demê despêkê de şopandina dozên jinan ji aliyê Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ve û wiha got: “Ji bo qatîlên jinan cezayê xwe kêm bikin bi her awayî rêyan diceribînin. Di van demên dawiyê de cezayê giran tên dayîna qatîlên jinan ew jî bi saya tekoşîna me pêkhat. Em dozan dişopînin ji bo wê jî gelek giringe.”


‘Emê hemû dozan bişopînin’


Sanem anî ziman ku dema dîtin bertekên li hemberî qetilkirina jinan zêde dibe cezayê giran hat dayîna qatîlên jinan û wiha domand: “Ji ber wê jî emê hemû dozên jinan bişopînin. Emê navend navend û dadgeh dadgeh bigerin. Emê di hemû runiştina dozan de çalakiyan bikin. Em her demê dibêjin divê cezayê giran bê dayîna qatîlê jinan. Mînaka vê ya herî dawî me di meha îlonê de dît. Di 4 dozên me de cezayê giran hat dayîn. Li peyî hev hatina van biryaran gelek giringe. Emê van dozên xwe berdewam bikin.”


‘Heger talebên me yên lezgîn bên cîh dê cînayetên jinan jî rawerste’


Sanem destnîşan kir ku 5 talebên wan yên lezgîn hene û wiha berdewam kir: “5 talebên me yên lezgîn hene. Divê Serokomar, Serokwezîr, Serokêmeclisê û berpirsên hemû partiyên siyasî cînayetên jinan şermezar bikin. Divê zagona 6284 bê bicîh anîn. Divê cezayê giran bê dayîna qatîlan. Ji bo anîna cîh ya van taleban emê heya dawiyê li peyî telebên xwe û tekoşîna xwe berdewam bikin. Ev tekoşînek me bi hemû kesîmên civakê re daye despêkirine. Ji ber wê jî em hemû kesê vedixwînin piştevaniya tekoşîna xwe. Dayîna cezayê giran ji bo qatîlan encamê tekoşîna meye.”


(zt)