Li Hewlêr ji bo Kobanê şevbêrkek helbestan
08:54
JINHA
HEWLÊR - Mala Rewşenbîrî li Hewlêrê şevbêrkeke helbestan bi navê ‘Ji bo Kobanê’ organîze kir û têde helbestvana Kurd Evîn Şikakî çend helbest bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin.
Şevê din Mala Rewşenbîrî şevbêrkek ji bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê organîze kir. Di şevbêrkê de gelek rewşenbîr, rojnamevan û kesayetiyên ji Başûr û Rojva û Bakurê Kurdistanê yên din av de kesayetên Ereb jî hebûn amadebûn. Di şevê de helbestvan Evîn Şikakî çend helbest bi zimanê Kurdî û Erebî ji bo Kobanê xwendin. Amadevanên şevbêrkê kêfxweşiya xwe bi wan helbestan anîn ziman û hêvî kirin ku çalakiyên wiha berdewam bin.
Mêvaneke jin a Ereb derbarê helbestan de ji Evîn re got: “Dema te bi Erebî helbest xwendin me guhdar kir, lê dema te bi Kurdî xwendin, me hest bi helbesta te kir.” Di dawî de jî çend pirs derheqa helbestan de hatin pirsîn û Evîn Şikakî bersiv da.
(zt)

