Li nexweşxaneyan pirsgirêka zimanê kurdî
08:59
Şêrîn Hiso/ JINHA
AMED – Dayikên bi kurdî dipeyîvin li nexweşxaneyan rastî pirsgirêka ziman tên û nikarin derdê xwe ji bijîşkan re bêjin. Dayikên nexweş yên li nexweşxaneyan nikarin derdê xwe bi bijîşkan bidin têgihandin wiha dibêjin: “Gelek caran em ji bo nexweşiyên xwe diçin nexweşxanê lê ji bo bi bijîşkan dana têgihiştin em di aliyê ziman de zoriyê dikêşin û bijîşk ji me tênagihin. Ji ber wê jî tedawiya me nayê kirin û em bê encam vedigerin.”
Li Tirkiyê weke neçariyekê divê her kes tirkî bizanin. Li bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirakiyê mirovên kurd yên tirkî nizanin di hemû aliyên jiyanê de zoriyan dikêşin. Ji bazarê bigire heya nexweşxanê dema ku mirovek tirkî nizane zehmetiyan dikêşe. Bi tayîbet yên di van rewşan de dikevin zorê jî dayîkên kurd ên kurdî dipeyîvin û tirkîn nizanin. Yek ji cihên herî dayîkên kurd ên bi tirkînizanin zoriyê lê dikêşin jî nexweşxaneye. Dayîk gelek caran ji ber nexweşiyên xwe diçin nexweşxanê lê qasî tê xwestin ji ber pirsgirêka ziman nikarin derdê xwe bi bijîşkan bidin têgihandin. Li nexweşxaneyan, hemû navendên tenduristiyê û hemû navendên jiyanê polîtîka bişaftinê ya dewletê didome. Ji ber wê polîtîkaya bişaftinê êdî bijîşk û personelên tenduristiyê yên kurdî dizanin jî bi nexweşên kurd ên tirkî nizanin re tirkî di axivin. Ev jî dibe sedem ku nexweş nikarin bi qasî tê xwestin derdê xwe bi bijîşkan re par bikin. Ev mijar êdî weke pirsgirêkek civakiya bi salan didome û nayê çareserkirine.
'Bi zimanê xwe derdê xwe gotin mafê me xwezayiye'
Besra Narîn bi lêv kir ku yek ji mafê mirov yê herî xwezayî di jiyana rojane de bi karbîna zimanê dayîkêye û wiha axivî: "Ji bo ku ez bikarim bi rehetî derdê xwe ji bijîşkan re bêjim ez li bijîşkên kurdî dizanin digerim. Gelek caran ez li nexweşxaneyan rastî bîjîşkên kurdî naxivîn têm. Wê demê ez neçar dimînim ji bo wergerê keça xwe li gel xwe bibim. Serkeftina me bi xwedî derkeketina zimanê dayikê ve girêdayî ye. Dixwazim derdê xwe bi kurdî bêjim, ev mafê min e.”
'Nikarim derdê xwe bînim ziman'
Dayika bi navê Sultan Zeren jî anî ziman ku ew li nexweşxaneyan ji ber pirsgirêka ziman zehmetiyan dikşîne û wiha got: "Ez zimanê tirkî nizanim. Piraniya bijişîk û xebatkarên nexweşxanê jî kurdî nizanin, yan jî kurdî naxivîn. Ez nikarim derdê xwe ji wan re bînim ziman. Heger ez bixwazim êş û nexweşiya ji bijîşkan re bêjim divê kesekî baş bi tirkî zanibe bi min re bê û werger bike. Her cara ku diçim nexweşxanê divê ji bo wergerê yekê li gel xwe bibim."
'Bijîşkên bi kurdî dizanin jî kurdî na peyîvin'
Mehemet Şah Zeren destnîşan kir ku pêwîste zimanê kurdî di qadên jiyanê de nayê karanîn, yek ji qadên zimanê kurdî tê de nayê karanîn jî qada tendirustiyêye û wiha pêde çû : "Dayîkên me bi tirkî nizanin gelek caran jî heger bijîşik bi kurdî zanibin dîsa jî bi kurdî naxivin. Dayikên me bi kurdî bi wan re dixivin ew dîsa bi tirkî bersiv didin. Ji ber vê yekê em ji dayikên xwe re gotinên bijîşkan wergerî kurdî dikin. Divê êdî di van qadên pêwîst yên jiyanê de bê karanîn. Dayik û bavê me bi tirkî nizanin. Xebatkarên navendên tendirustî û nexweşxaneyan piranî tirkî bi kartînin. Bila êdî zimanê kurdî serbest bibe."
(şh/zt)

