Li mêrgên çiyayê Helgurd şînbûna kulîlka cotyaran
09:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek deverên Kurdistanê payîza dereng dema kêlana zeviyan û çandina dexil û danan kulîlka zer ya ku kurd weke kulîlka cotyaran binav dikin derdikeve. Li gelek deverên başurê Kurdistanê yên weke navçeya Balakeyetî û mêrgên çiyayê Helgurd jî kulîlka cotyaran payîzê derdikeve û payîzê vedigerîne bûharê.
Li gelek deverên Kurdistanê payîza dereng dema kêlana zeviyan û çandina dexil û danan kulîlka zer ya ku kurd weke kulîlka cotyaran binav dikin derdikeve. Payîzê dema ku pelên daran diweşin li erdê belxezam çêdibe û baranek nerm dikeve hema ji nava wê belxezamê kulîlka cotyaran serê xwe derdixe.
Kulîlka cotyaran payîzan bi xemlek delala derdikeve
Li gelek deverên başurê Kurdistanê yên weke navçeya Balakeyetî û mêrgên çiyayê Helgurd jî kulîlka cotyaran payîzê derdikeve û payîzê vedigerîne bûharê. Weke bûharê li her derê kulîlka zer ango kulîlka cotyaran perê xwe li ba dike. Ji ber payîzê hemû dar û devî balkên xwe werandine û hemû dever rut dixwiyên şînbûna kulîlka cotyaran bala derdorê dikişîne ser xwe û bi xemlek delal derdikeve.
(zt)

