Nûnera KJB’ê Zaxo Zagros: Ya girîng dewlet nîne, azadiya gel û jinê ye

17:26

 


Hazal PEKER - Hangül ÖZBEY-JINHA


HEWLÊR- Nûnera Koma Jinên Bilind (KJB) Zaxo Zagros ku di panela Konferansa Jinê de axivî, balkişand ser girîngiya netewî û got: “Azadbûna dewletê ne girîng e. Ya girîng ew e ku jin azad be. Dibêjin li başûr azadî heye, lê tenê wezîrek jin heye.”


Nûnera KJB’ê Zaxo Zagros ku di panela konferansê de axivî, destpêkê got: “Li ser navê hemû gerîlayên jin we slav dikim.” Zaxo li ser van gotinan, ji aliyê beşdaran ve li piya hat çepikandin, tilîlî hatin kişandin û sloganên “Jin, jiyan, azadî” hatin avêtin. Zaxo, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di siyaseta netewî de gerek tu parçeyek ji bo parçeyên din neyê qurbankirin û wiha pê de çû:


“Her wiha, heta niha di dîroka Kurdistanê de ji bo tesfiyekirina tevgerên kurd di şexsê kesan de polîtîkayên tesfiyekirinê tên meşandin. Niha jî ji bo Serok Apo ev tê kirin. Ji bo ku ev dîrok dûbare nebe, ji bo Serok Apo û girtiyên din azad bibin, divê têkoşîn bên pêşxistin. Nêzikatiya dewletbûnê şaş e. Dewlet azadbûn nîne. Li bakur hîn Kurdistan azad nebûye lê kota ji stedî 40 e. Lê li başur azadî heye, lê tenê wezîrek jin heye. Divê di her partiyeke siyasî de, ji sedî 40 kota esas bê girtin.”


Wene – Kamera: Hazal PEKER - Hangül ÖZBEY


(hp/xo)