Li Stenbolê qirkirina jinan

11:13

JINHA


STENBOL – Li Umranyayê mêrê bi navê Gokhan Çadirci hevjîna xwe Hulya Çadirci ji 5 cihan kêr kir û dema rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.


Li taxa Altinşehir ya navçeya Umranya ya Stenbolê dayîka 2 zarokan Hulya Çadirci ji aliyê hevjînê xwe Gokhan Çadirci ji 5 cihan hat kêr kirin. Li gorî nûçeya rojnameger Cengîz Çoban bûyer du saet d i 16.30 an de derket. Dema ekîba tenduristiyê gihişt cihê bûyerê Hulya rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Umranyayê. Hulya rakirin beşa lezgîn, lê li gel hemû mudaxeleyan jî rizgar nebû. Piştî bûyerê qatîl Gokahan hat girtin û birin merkeza polîsan ya Merkezi. 


 (zt)