Dadbeşiya leşker û çeteyên DAIŞ'ê: Yek gefan lê dixwe yêk vala dike

11:55

JINHA


RIHA - Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê darbeyên giran dixwin di nivîsên navxweyî de dê rojnamegerên li Girê Medresat ê rojnameger lê pevçûnan dişopînan hedef bigirin. Leşkerên tirk li şûna cihê çeteyên DAIŞ'ê hedef bigire biparêze vejêbirka vala bike pêk anî.

Li Kobanê şer bi hemû dijwariya xwe berxwedam dike. Li Kobanê şêv din pevçûn û êrîşên hewayî ranewestiyan û hate ragihandin ku di pevçûnan de çeteyên DAIŞ'ê darbeyên gelek giran xwarin û gelek birîndar û miriyên wan hene. Êrîşên çeteyan ên li hemberî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê jî berdewam dikin. Serê sibê jî bi hewanan êrîş li derî kirin. Çeteyên li Kobanê darbeyên giran dixwin piştî êrîşa li hemberî sivîlan hate gotin ku dê rojnamegeran jî hedef bigire. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin bidestxistin çeteyên DAIŞ'ê şevê din derbeyên giran xwarin û di nivîsên navxweşiyê de gotin dê rojnamegerên şer dişopînin hedef bigirin. Hate gotin ku rojnamegerên li Girê Medresat ê Pirsûsê yê li hemberî girê Tilşeîr ê Kobanê bi wesayîtên weşandina zîndî geşedanan dişopînin dê ji aliyê çeteyan ve hedef bê girtin.

'Leşker qada dixwaze vala bike bi ser DAIŞ'ê re dike'

Yekemîn nîn e çete rojnamegeran hedef digirin. Rojnamegerên geşedanan dişopînin gelek caran rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatibû. Gelek caran bi hewanan êrîş li qada rojnameger lê dimînin êrîş kirin. Herî dawî bi hewanan rojnamegerên li nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê weşanda zîndî dikirin, kirin. Piştî êrîşê leşkerên tirk tu bersiv neda û cihê rojnameger lê bi hinceta "ewlehiyê" hate valakirin. Rojnamegerên gelek caran rastî van êrîşan hatin niha ji bi îdîaya "DAIŞ dê li rojnamegeran bide" cihê lê geşedanan dişopînin dê vala bikin. Leşker gelek caran wisa dike û ev yekê bû sedema nirxandinên "Leşker cihê dixwaze vala bike bi ser DAIŞ'ê dike"

(zt)