Li konbajaran jiyana demokatîk

12:30

JINHA


RIHA - Bi hezaran welatiyên ku ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê bi neçarî  wergehê xwe terk kirin û hatin Pîrsûsê li konbajar  bi cihbûne dest bi avakirina jiyana demokratik a Kobanê kirin. Hevseroka Meclisa Gel a Kobanê Ayşe Efendî, li wê nirxandinek kir û got: "Pergala demokratîk ya li Rojava tê meşandin wê li vêderê jî bikeve meryetê."


Bi  hezaran welatiyên Kobanê ku ji ber êrîşên dijwar yên çeteyan neçar man warên xwe biterkînin  û berê xwe bidin Pîrsûsê. Welatiyên di konbajar de dijîn   hewildidin pergala jiyana xweser a demokratik ya li Kantona Kobanê jiyan dikirin li konbajar jî bixin meryetê. Şaredariya Pîrsûsê 4 wargehên ji hev cûda avakirine bi hezaran welatiyên ku têde dijî hewl didin xwe bi xwe rêve bibin. Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê, Ayşe Efendî hemû konbajar ziyaret kir û diyar kir ku dê di konbajaran de jî jiyan li gorî xweseriya demokratîk bê jiyîn.


Kobanî pergala jiyana xwe avadikin


Ayşe Efendî balkişand ser jiyana konbajaran û wiha domand: “Pergala jiyana xweseriya demokratîk ya ku li Rojava tê jiyîn li konbajaran jî tê jiyan kirin. Dê ev xebatên rêvebirina konbajaran ya bi awayê jiyana xweseriya demokratîk li hemû konbajaran berdewam bikin.”


 (rt/zt)