'Ji cihê te nîvî hêlayî ji bo tekoşîna xwe mezin bikim dijîm'

10:19

Zehra Dogan-Zehra Tunç/JINHA


ÊLIH – Elif Uludag (Zelal) ya li Girtîgeha Tipa M ya Êlihê girtiye ji bo salvegera bîranîna lawê xwe Haki Urfa yê din ava refên PKK’ê de jiyana xwe ji destdayî dest da pênûsê û wiha nivîsî: “Te heskirin, kelecan û baweriya şoreşê dirtîbû. Te keyîfek mezin ji gerillabûna xwe digirt û ew keyîf derbazî hemû xebatên xwe dikir. Te tuştek nîvî nedihêla. Niha ji bo mafdayîna berdewamkirina cihê te hêlayî bi berpirsyariya mezinkirina tekoşînê jiyan dikim.”


Elif Uludag (Zelal) ya k udi cotmeha sala 2009’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Deriyê Xabûr re derbazî Tirkiyê bûyî û piştî demekê bi hincetên cuda hat girtin. Endama “Çareseriya Demokratîk û Koma Aştiyê” Elif ya 55 salî niha li Girtîgeha Tipa M ya Êlihê dimîne. Elif ji bo salvegera bîranîna lawê xwe Endamê HPG’ê Haki Urfa yê di 3’ê yê mijdara sala 2012’an de jiyana xwe ji destdayî dest daye pênûsê û nivîsek nivisiye.


Elif Uludag (Zelal) ji bo lawê xwe dest daye pênûsê û nivîsek bi hestan dagirtî nivîsandiye. Nivîs wihaye:


“Ez niha hewildidim ji nivîsên herî zor nivîsekê binivîsim. Ji bo bîranîna salvegera rêwîtiya teya dawiyê te bînim ziman pêdiviya min bi dilek gelek mezin heye. Di despêkê de divê ez çuna te bipejirînim. Lê li gorî rêgeza xwezayê ne dayîk weledan, weled dayîkan binaxdike. Gel oma rêgezên xwezayê ne wihane? Her tuşt diwelide, mezin dibe û dawiyê dimire. Heger wiha be wêdemê hîna gelek demê te hebû. Lê zagornên erdnîgariya ku em ser jiyan dikin cudane. Ser vê axê jiyana azad temenê ciwanan digire. Ez qet ne difikirîm ku dê veqetana min û te ya li Qendîlê bibe veqetana bêdawî. Ez difikirîm ku emê weke peyamnêrên aştiyê bin, ji ber wê ez li gel komek heval ji bo avakirina derfetên aştiyek mayînde em vegeriyan Tirkiyê. Bi van nêrînan ez ji te veqetiyam. Ez difikirîm ku emê bibin wesîleya avakirina aştiyek mayînde û dema hun hatin emê bi hev re ser erdnîgariya ku em ser ji sayîk bûyîn dîlana azadiyê bigirin. Lê nebû… Herger wê demê bersiva gava me ya aştiytê hatibana dayî dibe ku îro min vê nivîsê ne nivîsîbana. Heger ji bo hêvî û kelecana aştiyê negotibana ‘qezaya rê’ bi keçecan bersiva kelecana me dabana dibe ku te jiyan bikirana.


‘Piştî ku te di bêdawîtiyê de cîh girt…’


Piştî kut e di bêdawîtiyê de cîh girt  mehekê li Îmraliyê pêvajoyek nû ya ‘aştiyê’ despêkir. Demdirêj dil û parçeyên bedena dayîkan nehatin wendakirin. Dayîk bi êşa wendakirina weledên xwe birîndar nebûn. Îro asta pêvajoya aştiyê ya salekê gihiştiyê bi berxwedana Kobanê berdewam dike. Rojava ya ku xeyalên mel ê şînbûye îro di Rojhilata Navîn de bi navê mirovahiyê şerek mezin dike. Jin û mêrên kurd li hember yên bi navê cîhadê îslamyetê bê wate dikin û lê bêmafiyê dikin li Kobanê şer dikin. Kurdistanê diparêzin û waneyên parastina nirxan didin mirovahiyê. Tekoşîna me ya ku ez û tu ketibûn ser rêya wê li Kobanê bi lêdana dilê min û hevaltiya min û te jiyana azad di afirînin. Can hevalê min têkiliya min û te ne tenê têkiliya dayîk û welediyêbû. Em di heman demê de du hevalên k udi heman rêyê de dimeşîn. Me bi hev re di heman tekoşînê de cîh girt û me wiha berdewam kir.


‘Di çiyayên azad de em bi hev re gerilla bûn’


Dema ku ez di herêma siyasetê de dixebitîm, wê demê tu jî din ava xebatên ciwanan debûyê. Dema kut e di xebatan de zorî dikişand tu dihatê li gel min, em bi hev re dirêj dirêj ser xebatan di axivîn. Paşê jî li çiyayên azad me bi hev re gerillatî kir. Di wan çiyayên azad de gelek bîranînên me hene. Gelek hevalan ne dizanîn em dayîk û weledin. Ji parvekirin û têkiliyên ne hevalan keyîf digirtin. Te carnan henek bi hevalan dikir û digot: ‘Hun jî herin dayîka xwe bînin beşdarî gerilla bikin. Hun dibînin em hevaltiyek çiqas xweş dikin.’ Di wan çiyayan de li gel te bûyîna şerkerê azadiyê û bûyîna hevalê te gelek xweşikbû.


Ezê dêdî nikarim di wan çiyayên azad de li gel te hevaltiyê bikim…’


Hevaltiya me gelek bi wate û heskirinbû. Hem jî heskirinek pir ji dilbû. Têkiliya min û te ji bo ku em li hev çep nebin, îxanetê li hev nekin û heya dawiyê bi hev re ber bi azadiyê ve bimeşîn bû. Hevaltiya me hevaltiya PKK’ê bû. Di hevaltiya me de fedekarî, rastbûn, heskirin- rêzgirtin, mutewazîbûn hebû. Rêbertî di dahurînek xwe de dibêje: ‘Heger em din ava PKK’ê de li heskirina dayîk – weledan hevaltiyê zêde nekin, emê nikarin bigihin serkekftinê.’ Min ev di çiyayên azad de bi birayê te û hevalê me herduyan yê dinê re jî jiyan kir. Hevaltiyek watedar û mînakên wê tune dema kum in bi we re jiyan kir min dît. Ez niha ewqas bêriya wan rojan û wê hevaltiyê dikim ku nayê gotin… Fikra ku ezê êdî nikarim wan rojan li wan çiyayên azad bi te re jiyan bikim êşek bê eman dixe hindirê dilê min.


‘Tu roniya çavê min ya nayê tefandinê, feriyê’


Ez dizanim em di armanc, xeyal û tekoşîna xwe de gihiştin hev. Girêdana me ya cîhana madî derbas dike heye. Em di rojên çavê dil belavnebûyî denin. Ya ku girêdana dil çêkirî jî ev girêdane. Dibe ku cîhana bûyî made û fikirên bûyîn fasil bifikirin ji ber em ji hev cuda kirine kêfxeşbibin. Heger fikirên wiha hebin bila kêfxweş bibin. Lê dîsan jî em li gel hevin. Hevalê min yê xweşik, lawê min, berxika min bizane tu roniya çavê min ya nayê tefandinê, feriyê…


‘Ez hewildidim bibim layêqê hemû hevalên şehîd’


Tu mirovek yê heskirin, kelecan û baweriya şoreşê dihilgirê bû. Te ji gerillabûyînê keyîfek mezin digirt û ev derbazî hemû xebatên xwe dikir. Te tuştek nîvî nedihêla. Niha bi berpirsyarî ew cihê te di nîvîde hêlayî hewildidim berdewam bikim û tekoşîna xwe mezin bikim.


‘Ev cudabûn ne cudabûna dawiyêye despêkirineke’


Ez gelek û gelek bêriya te dikim. Ezê cardin li çiyayan li gel tebim û li gel te di şiverêyan de bimeşim. Tudê dîsan j imin hêrs bibê û bi wan nêrînên tejîhesret hewilbidê tuştekê ji bom in bêjê. Ezê dîsan ji bo têgihiştina peyîvên te din ava hewildanan debim û ji bot e bêjim ‘Haki rast bêje tu çima dikenê’ yek bi yek bipirsim. Tudê cardin pir bi kêf bêjê ‘Na tuştek nîne.’ Belê emê cardin van kêliyan jiyan bikin. Ji ber me gotina xwe ya dawiyê ji hev re negotibû. Ji ber wê jî ew ne cudabûna dawiyêye, despêkeke. Te di nameya dawiyê ya j imin re şandî de diyar kiribû kut e gelek bi lez nivisiye, paşê dê dirêj dirêj binivîsînê. Ez pir bi mereq li benda nivîsandina teme ka tu dê çî binivîsînê. Dema kum e hevdît ezê vana jî bêjim.


‘Tu hevala min ya herî bi nirxê’  


Erê lawêminê delal, min her bi navê heval xîtabî te dikir. Te jî ji bom in nedigot dayê. Te gelek ji gotina heval hezdikir. Te ji bom in digot: ‘Tu hevala min ya herî binirxê.’ Binêre ezê şerê jiyanek layêqî vê hevaltiyê berdewam bikim. Ezê te bi hevaltiyek ya cîhana madî derbaskirî bi kurahiya hevaltiyek watedar hembêz bikim. Ez bawerdikim dê xeyalên rêya hevaltiya me bibin rastî… Bi dilê min yê parçeyek ji şoreşê û heskirinên min


Dayîka te…”


Her wiha Zelal ji bo Haki helbestek nivîsanidiye. Helbesa ku dayîkê bi heskirin û wateya hevaltiyê destdayî pênûsê û nivisiyî wihaye:


 


Baskê xwe veke dilê min


Weke teyîrê baz bifire


Berbi rojê bifire



Were xewna min…


 


Ma tu xeyîdiyê ji min


Çima tu nayê xewna min


Ez û tu runin ser axa pîroz


Were j imin re bi wî dengê xwe


J imin re sitiranên azadiyê bêje…


 


Îro dîsan dilê min bil ez lêdide


Ez nikarim dilê xwe bidim sekinandin


Hêza min têrê nake


Tu evîndara dilê min çima nayê…?


Tuyî heskirina min ya bê dawî


Heger tu tunebê


Heskirina min dimire


Jiyan l imin tarî dibe…


 


Vaye dîsan bû şev û bêdengî


Ez dîsan kur û kur difikirim


Bawer nakim ku ezê carekdinê te bibînim


Çima dilê min çima ez te nabînim…


 


Ma tu nizanê ez dayîkim


Dilê min ji bot e lê dide


Dunya l imin bûye barê giran


Êdî nikarim vî barî rakim…


 


Tu Hakiyî tu lawikê çiyayê azadî


Tu jiyan û heskirinê î…


Dayîka te…


(zd/zt)