Jinan gotin divê êdî Tirkiyê Kobanê bibîne û lig ora wê gav bavêje

11:10

Bêrîtan Elyakut- Şêrîn Hiso/ JINHA


AMED - Berxwedana Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê  qehrmantiya gelê kurd û bi taybet jinên kurd ji cîhanê re nîşan da. Di derbarê berxwedana Kobanê û bandora wê ser pêvajoyê de jinan nirxandinên giring kirin û gotin: “Li Kobanê gelê kurd û tayîbetî jî jinên kurd ji bo parastina rometa mirovahiyê şer dikin û di çeperên berxwedanê de têdikoşin.”


Di çeperên berxwedanê yên Kobanê de berxwedanek dîrokî tê kirin. Bi tayîbetî jî di kesayeta Arînan de jinên kurd di çeperên berxwedanê de xwediyê kedek mezinin. Ji bo ku dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê ji ser axa pîroz bidin paş kêliyên dîrokî di wan çeperan de tên jiyîn. Hikûmeta Turkiyeyê bi piştgiriya xwe ya ji çeteyên DAIŞ’ê re li ber çavane. Di derbarê berxwedana Kobanê û bandora wê ser pêvajoyê de jinan nirxandin kirin.


‘Hewil didin kurdan têk bibin’


Mamosteya zimanê kurdî Sultan Yarayi anî ziman ku  hikûmeta AKP  siyaseta xapandinê ser gelê kurd dide meşandin û wiha pêde çû: “AKP û bi taybet Erdogan dev ji siyaseta xapanê bernade. Hewil dide kurdan têk bibe. Divê ew baş zanibe kurd nema kurdên berê ne. Kurd bi doza xwe ve girêdayîne. Erdogn li şuna pêşzistina muzakereyan dijmintiya kurdan dike. Mînaka berçav jî hevkariya wan û DAIŞ’ê ne. Dema kurd diçin sînor û helwesta xwe dijî zilmê nîşan didin, Erdogan bi faşizane êrîş wan dike.”


‘Ji her demê zêdetir azadî nêz bûye’


Sultan destnîşan kir ku hêza kurdan ya mezin di bûyerên dawî de xuya bû, wê hêzê bi xwe re tirsek mezin ji hikûmetê re anî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Erdogan wek Serokomar divê ji bo aştiyê gavan bavêje. Bi navê ol jinên kurd di bazaran de tên firotin, keçên 12 salî rastî tecawizê tên. Gel êdî van nakokiyan napejirînin. Hêzên kurdan di cîhanê de deng dan. Jinên YPJ'ê bûne mînaka jinên têkoşer û dê bibin sedema serketina mirovahiyê. Banga min ji bo jinên kurd  bila xwe bikin yek û bi berxwedana jinên kurd dê her çar aliyê Kurdistanê bibin yek.”


‘Dê êdî serkeftina kurdan neyê asteng kirin’


 Xwedekara KURDÎ-DER’ê Ronya Aydin jî anî ziman ku hikûmeta tirk di piratîkê de nakokiyek mezin dijî û wiha got: “Ez weke jinek ciwan bi giyana netewyî piştgiriyê didim şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava çîruska ji bo serkeftina hemû gelê bindeste. Mîmarê vê serkeftinê jî Rêber Apo ye. Dibin şertên giran de Rêber Apo nexşeriyan amade dike. Hewceye Serokomar Erdoga jî  helwesta xwe bugerîne û  fêm bike tu hêz nikare pêşî li serkeftina gelê kurd bigre. Dibêjin em Pêvajoya Aşiyê didomînin lê di piratîkê de ew nakokiyek mezin dijîn. Emê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Ez bang li hemû kurdan û taybet jinan dikim  piştgiryê bidin Berxwedana Kobanê ya pîroz.”


 ‘YPJ/YPG tekoşîna rastiyê ye’


Dayika bi navê Muşher Ulker jî diyar kir ku  di şerê rûmetê yê Kobanê û Şengalê de, gelê kurd ji cîhanê re bûn mînak û wiha axivî: “Di şerê Şengalê û Kobanê de hêzên kurd xwe bi cîhanê dan nasîn û ji bo cîhanê bûn mînak. Jinên kurd ji bo azadiya xwe û ya hemû jinên cîhanê şer dikin. Her kes êdî dizane YPJ/YPG tekoşîna rastiyê ye. Kesên niha di çeperên şer de şerê azadiyê dikin. Hemû cîhanê êdî doza kurdan fêm kiriye. Ez bang li hemû kurdan dikim êdî bibin yek. Bila kes ji dur ve li şer nenêre. Êdî şer li ber derê mala her kesêye. Ji ber wê jî divê êdî hemû kes şiyar bin û din ava doza netewîde peyîweria xwe bi cîh bînin.”


(şh/zt)