Berxwedêrên nobetê: Em ê sînor ne AKP’ê re ne jî DAIŞ’ê re nahêlin

14:31

JINHA


RIHA - Welatiyên ku li sînorê Kobanê û Pirsûsê nobetê digirinli hemberî hewldana AKP’ê ya li sînor avekirina “herêma ewle” nerazîbûn nîşan dan. Welitayan diyar kirin ku ew ê sînor neterikînin û xeta sînor ne AKP’ê re ne jî çeteyên DAIŞ’ê re nehêlin.

Li hemberî AKP’ê ya hewldana li sînor avakirina “herêma ewle” berteke jî ji welatiyên ku bi rojan e ji bo Kobanê nobeta berxwedanê digirin hat. Welatiyên li gundên Mehser û Mîsyenterê nobeta berxwedanê digirin xwestin hikûmeta tu hewl dide li xeta sînor bêmirov bike û berxwedana Kobanê dorpêç bike dev ji vê polîtîkayê berde. Welatiyên ku diyar kirin hewldana “herêma ewle” tê wateya piştgiriya ji bo çeteyên DAIŞ’ê û dê pêşiya alîkariyên ji bo çeteyan veke û ev polîtîka ji aliyê kurdan ve tu caran neyê qebûlkirin û nerazîbûnên xwe bi gotina “em ê sînorê Kobanê û Pirsûsê ne AKP’ê re ne jî çeteyên DAIŞ’ê re nehêlin” anîn ziman. 

Welatiyên nobeta berxwedanê digirin helwdana hikûmetê ya “herêma ewye” wiha nirxandin:

‘Herêma ewle helwdana dagirkirinê ye’

Abdulhalîm Dayan: “Li Kobanê ev 41 roj in di bin êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ye. Niha Tirkiye di bin navê ‘herêma ewle” de aliyê çaremîn dixwaze dorpêç bike û ji sivîlan re bigire. Lê bila bizanibe ku heta dorpêç bê rakirin, êrîşên li dijî Kobanê bi dawî bibin em ê çalakiya xwe ya li vê derê bidomînin. Em ji bo ku alîkariyên Tirkiye dide DAIŞ’ê asteng bikin û deşîfre bikin li vir nobetê digirin. Projeya herêma tamponê ya ku hikûmeta AKP’ê berê anî rojevê ji ber ki di raya giştî ya navneteweyî de nehat qebûlkirin vê carê jî dixwaze 10 kîlometreyan herêma tamponê ava bike. Em wekî gelê kurd vê yekê hewldana dagirkirinê bihesibînin. Tişta ku dixwazin li vir bikin bi salan e gelê Bakur û Rojava yên bi sînoran ji hev qût kirin bi tevahî ji hev qût bikin. Dixwazin DAIŞ a ku bi her avayî deşîfre bûye ji gel û çapemeniyê veşêrin. Em vê yekê wekî hewldana birehetî alîkarî dayînê dinirxînin. Em tu caran qebûl nakin li nava welat herêma tamponê bê avakirin. Em ê di rewşeke wisa de bi hamleya parastina rewa bersivî bidin.”

‘Ev ê bibe îlana şerekî nû’

Mehmet Doluk: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser cografyaya kurdan didome. Ev êrîş ji bo tunekirina gelê kurd tên kirin. Tirkiye ji berk u daxwaza wî ya avakirina herêma tamponê nehat qebûlkirin vê carê jî vî alî dikeve nava heman helwdanê. Dixwazin têkîliyên kurdên vî aliyê û yên aliyê din ji hev qût bikin û pêşiya alîkariya didin hev bigirin. Ji bo kurdên li hemû parçeyan bên tenekirin ev polîtîka tê meşandin. Ev xebata fetisandina Kobanê û li hemberî berxwedana Kobanê ye. Herêma tamponê ya tê xwestin li vir bê avakirin dê bibe sedama bertekeke mezin a gelê kurd. Ev tê wateya li Bakur îlankirina şerekî nû. Divê her kes hesabê serhildana ku li vir bê destpêkirin bike. Em li dijî avakirina herêma tamponê ne û tu caran em ê destûrê nedin.”

‘Dixwazin kurdan ji hev qût bikin’

Muhlîs Albay: “Hewldana Tirkiyeyê ya ji bo avakirina ‘herêma ewle’ ya li qadake 800 kîlometreyan ji bo qûtkirina têkîliyên herdu parçeyan e. Li aliyê din ji berk u ditirsin hersê kantonên Rojava ji hev qût bibin û bi rehetî alîkariyê bidin çeteyên DAIŞ’ê xebateke wisa dikin. Ev herêma tamponê dê ji aliyê gelv e tu caran neyê qebûlkirin û dê bibe sedema serhildaneke mezin jî.”

Ahmet Çevîk: “Îro helwdana avakira herêma qedeye ya 10 kîlometreyan ji bo ku çeteyên DAIŞ’ê bi rehetî derbasî Kobanê bibin tê kirin. Ev biryara ku ji aliyê Erdogan ve hatiye girtin teqez şaş e.”

(zt)