Golda Bancic di 32’emîn roja rojbûna xwe de hat serjêkirin

08:36

Zehra Tunç/JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jina serhildêr Golda Bancic (Olga) hîna di zarokatiya xwe de diyarbû dê serê xwe li hemberî tu deshilatî û sêdaran netewîne. Ew serhildêr û bi cesaretbû ji ber wê cesareta xwe hîna di zarokatiya xwe de dihat girtin û dikete ber lêpirsînan. Cara dawiyê di 6’ê mijdara sala 1943’an de hat girtin. Ew mehkumî mirinê kir jî lê hîna îskence û lêpisîna wê berdewam dikir. Di 10’ê Gulana sala 1944’an de di 32’emîn roja rojbûna xwe de ji aliyê faşîzmê ve hat serjêkirin.


Di Kampên Naziyan de gelek jin, zarok û bi her awayî welatiyên xwediyê çand, bawerî, nijad û îdolojiyên cuda hatin qetilkirin.Yek ji jinê di nava tekoşîna çepgîran de hatî girtin û di kampê de li hemberî faşîzmê serî netewand Golda Bancic (Olga) bû. Golda di 10’ê Gulana sala 1912’an nava malbatek Yahudiya berfireh ya li bajarê Besarabia yê diket nava Împeretoriya Rusan de çavên xwe li jiyanê vekir. Golda di fabrîqeya şilteyan de dixebitî û li cihê karê xwe peyîwir girtibû. Ew ji ber hîn di biçukatiya xwe de xwedî helwest û li hemberî faşîzmê berxwedêrbû gelek caran dihat girtin. Golda cara yekem di 12 saliya xwe de li cihê ku kar dikir hat girtin. Li gel temenê wê yê biçuk jî ew avêtin girtîgehê.


Ji bo li hemberî faşîzmê şer bike diçe Firansa


Golda di salên 1933-39’an de ji bo dengê karkerên herêmî dayîna bihîstin kesayetek bi bandorbû. Ew gelek caran dihat girtin û binçavkirin. Lê wê tucarî li hemberî tu zordariyan serî neçemand û xwe ji karê xwe dur nehêla. Ew her dem ji bo berxwedana li hember faşîzmê li komên çepgîr digeriya û din ava rêxistinên çepgîr de cîhê giring digirt. Di sala 1938’an de ji bo li gel çepgîrên Firansa li hemberî faşîzmê şer bike diçe Firansa. Di tekoşîna li dijî faşîzmê de li Komara Îspanyolan re sewqyata çekan dikir. Di sala 1939’an de Almanan Polonya dagir kir. Beriya dagirkirina Polonya ji aliyê Elmanan demekê keçek ya Golda tê dunyayê. Navê keça xwe dike Dolores.  


Keça xwe li cihek bi ewle hêla û tevlî berxwedanê bû


Di sala 1940’an de Fransa teslîmî Elmanan bû. Golda ji bo bikeve nava şer dixwest keça xwe ya biçuk li cihek ewle bi cîh bike û paşê bikeve nava şer. Ji ber wê jî li malbatek Fransi ya bi ewle digeiriya. Piştî bicîkirina keça xwe Golda ket nava gurubên çekdarên berxwedanê yên bi navê Franc-Tireurs et Partisans. Wê din ava çeperan û gelek çalakiyên êrîşê de cîh girt. Ji bo çekdarên Elman alîkariya çekan bi şemendefirê dihat şandin. Hevalên Golda ji bo hilweşandina wê şemendefira ji bo çekdarên Elman çek dibir amadekarî dikirin. Golda jî ji bo bombeyan bigihîne hevalên xwe di nava amadekariyan debû. Di 6’ê mijdara sala 1943’an de di civînek ya Gestapo de Golda hat girtin. Wê gelek îskence dît, lê tu agahî neda û dijminên wê tenê gotinek jî ji nava lêvên wê ne bihîstin û hîn nebûn. Ew mehkumî mirinê kirin jî lê hîna îskence û lêpisîna wê berdewam dikir.


Golda li Stuttgart ê ji girtîgehekê sirgunî girtîgehek dinê kirin. Li wê jî carekedinê Golda rastî lêpirsînê hat û carekedinê ew mehkumî mirinê hat kirin. Di 10’ê Gulana sala 1944’an de di 32’emîn roja rojbûna xwe de ji aliyê faşîzmê ve hat serjêkirin.


(zt)