Şaxa KURDÎ DER’ê ya Wanê ji bo dema nû dest bi qeyîdan kiriye
08:39
Berivan Sumer/JINHA
WAN – Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wamê dest bi dema nû ya qeydan kiriye. Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê Jinda Rugeş Kaçak diyar kir ku ew li benda welatiyên bixwazin perwerdeya kurdî bibînin mane û got: “Werin KURDÎ-DER’ê ji bo em bi hev re li heberî tunebûna zimanê xwe tekoşînê bikin.”
Bi salan eli gel tundî û bişaftina ser zimanê kurdî jî kurdan gav paşde ne avêtine, bi vekirina dibistan û qursan perwerdeya bi zimanê xwe berdewam dikin. Ji bo dema nû Şaxa KURDÎ-DER a Wanê li Navenda Kar ya Faruk Levent ji bo welatiyên dixwazin perwerdeya zimanê xwe bibînin dest bi qeydan kirin.
‘Dê tekoşîna gelê kurd bilind bibe’
Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê Jinda Rugeş Kaçak di despêka axaftina xwe de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê şermezarkir û got: “Em êrîşên hovane yên ser gelê Kobanê şermezar dikin. Li gel hemû êrîşan jî gelê kurd yekgirtina xwe bihêz dike. Em hemû lîstokên ser gelê kurd tên kirin şermezar dikin. Em bawerdikin ku dê tekoşîna gelê kurd bigihe serkeftinê.”
‘Ji bom e zimanê kurdî hebûne’
Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê Jinda anî ziman ku wan ji bo perwerdeya sala 2014-2015’an dest bi qeyîdan kirine û wiha got: “Ji bo perwerdeya zimanê kurdî me dest bi qeyîdan kiriye. Yên ku qet kurdî nizanin dê di asta yekem de hînbibin. Piştî asta duyem ji bo mamostayî em asta sêyem didin û li gel wê jî wêjeya kurdî didin. Bi salane Hikumeta AKP’ê û dewleta tirkan ser zimanê dilîzin. Hemû agahî ser ziman dibin. Bila jibîr nekin zimanê me ji bom e hebûne.”
‘Zimanê me yê dayîkê ji bom e nirxe’
Jînda bang li hemû gelê kurd kir û wiha domand: “Banga me ji bo ciwan, zarok, dayîk, bav û her kesê bil ali zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê me ji bom e giringe ji bo wê jî divê li her derê rehet bê karanîn. Ji bo wê jî werin KURDÎ-DER’ê em bi hev re tekoşîna zimanê xwe bikin.”
Yên ku dixwazin perwerdeya kurdî bibînin bila serî li Navenda Kar ya Faruk Levent B Blo Kat: 6 No: 47 tax Şerefiye KURDÎ-DER Wan bidin.
(zt)

