Dayîka Endama YPJ'ê seyran Er: Keça min li hemberî deshilatiya mêran bû

09:26

Nurcan Yalçın / JINHA


MÊRDÎN- Endama YPJ’ê Seyran Er (Zerga Zuhal) di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê de di çeperê de bi berxwedanek mezin şer kir û jiyana xwe ji dest da Dayîka Seyran Er Pero Er diyar kir ku parastina Kobanê deyînê sitiyê her kesêye û got: “Keça min bi sekna xwe ya vîndar çavkaniya moralê bû. Ew her dem li hemberî hişmendiya deshilatiya mêran bû. Her dem ji koletiya jinan ya hatî kur kirin re digot bese. Ez tucarî li pêşiya keça xwe nebûm asteng. Bi ramana xwe ji bol i Kobanê bibe dengek çu.”


Endama YPJ’ê Seyran Er (Zerga Zuhal) di 17’ê cotmehê de li Kobanê di çeperên berxwedanê yên himberî çeteyên DAIŞ’ê de bi berxwedaniyek mezin şer kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Zerga li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji haliyê hezaran kesî ve hat sipartina axê. Dayîka Endama YPJ’ê Zerga Pero Er ya 55 salî ku keça xwe bi lîlandinan ber bi rêwitiya wê ya dawiyê ve rêkirî çîroka jiyana keça xwe vegot. Dayîka Pero da zanîn ku ew dayîka 7 zarokane û wiha got: “Keça min Zerga di sala 1982’an de li Dêrika Mêrdînê hatiye dinê. Em di salên 1990’an de ji ber zordariya dewletê neçarman koçî Manîsayê bikin û li wê me zoriyên mezin jiyan kirin. Li gel keça min Zerga ne xwendibû jî lê gelek xwe pêşxistibû û derdora xwe jî bi xwe re pêşdixist. Keça min Zerga di sala 2007’an de din ava xebatên ciwanan de cîh girt û li gel wê jî belavkariya rojnamê dikir. Di sala 2008’an de ket girtîgehê. Di sala 2009’an de jî berê xwe da rêya çiyan.”


‘Bi sekna xwe ya vîndar çavkaniya moralêbû’


Dayîka Pero da zanîn ku keça wê Zerga bi sekna xwe ya vîndar çavkaniya moralêbû û wiha domand: “Zerga qet dibistan nexwendibû lê jinek gelek jîrbû. Ew di ferqa hişmendiya zayendî debû. Zerga bi hişmendiya jinan parastina jinan dikir. Ew bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê bû. Gelek kedkarbû û di hemû karê xwe de serkeftîbû. Ew gelek bi vînbû dema tuştek dixist serê xwe bi rastî dikir û bi ser jî dixist.”


‘Ew li hemberî jiyana hişmediya mêran bû’


Dayîka Pero wiha dom kir: “Dema kum e koçî metrepolan kir em din ava pembû û fêkiyan de dixebitî. Di aliyê tirkiyê de cihê kum e lê konê xwe nevedayî nemabû. Malên derdora me hemû çîmeto bû, lê yê me kom bûn. Her sibe ez radibûm ser balgiyê zarokên min bostek toz bilind bûye. Keça min Zerga tehmula karê di fabrîqeyan de nedikir. Ji bere w kar dibin destê mêran debû wê tehmul nedikir. Ew li hemberî jiyana bi hişmendiya deshilatiya mêran dihat rêvebirin bû. Mirovek yê me şehîd ket Zerga gelek dibin bandorê de ma. Demdirêj  bêyî balgî dane bin serê xwe û tuşetekê dane bin xwe diraza. Tenê wêneyê wê didanî bin serê xwe û wiha radiket.”


‘Li cihê jiyan dikir cudabûna xwe dida hîskirin’


Dayîka Pero anî ziman ku keça wê Zerga gelek ji xwendinê hes dikir û wiha berdewam kir: “Wê her dem dixwend û gelek ji zarokan hez dikir. Dikarî bi rojan li gel zarokekê bilîze. Li hemberî xwezayê gelek baldarbû. Li cihê jiyan dikir cudabûna xwe dida diyarkirin. Bi jinbûna xwe serbilindbû. Rojekê dema k udi zeviyê de dixebitî pantorê qot wergirtibû. Jinan jêre digot: ‘Tu dişibê mêran.’ Wêjî got: ‘Ji berk u ez jinim gelek şanazim. Ez jinim hun jî jinin lê hun kolene. Ji vêqas kolekirina jinan re bese.’”


‘Bu bersiva hestên xwe û çu’


Dayîka Pero bilêv kir ku ji ber keça wê li gel nexwendibû jî wiha xwe pêşxistibû mirovên wê nasdikirin û pêre nîqaşdikirin şaş dibûn û wiha axiftina xwe domand: “Her dem keça min digot ‘Çavê xwe vekin li derdora xwe binêrin.’ Min jî digot keça min ma ez ne diya teme tu çawan li hemberî min wiha dipeyîvê. Wê ji bom in digot: ‘Erê dibe kut e şîr daye min, lê hemû dayîkên Kurdistanê di heman demê de dayîkên minin.’ Tenê rojekê jî min li hemberî wê astengî çênekir. Wê deng da nêrînên xwe û çu.”


‘Parastina Kobanê deyînê situyê her kesêye’


Dayîka Pero anî ziman ku keça wê rêya rast hilbijartiye û parastina Kobanê deyînê situyê herkesêye û wiha pêde çu: “Serê min bi şihadeta keça min Zerga bilinde. Ji ber keça min di rêyek ya rometê de şehîdket serê min gelek bilind kir. Keça min ji bo azadiya welatê xwe û gelê xwe çu û canê xwe feda kir. Tayyip Erdogan xwe weke misulman dide nîşandan lê ya ku îro dike dunya hemû dibîne. Zerga ne keça min tenêye. Heger ew keça min tenê bana dê tanê di mala min debana. Ew keça hemû gelê kurde. Ev serbilindî jî netenê serbilindiya mine. Ez bi xwe jî serbilindim kum in weledek wiha mazin kiriye. Min ji bo azadiya gel ew mezin kir.”


 (zt)